DMME'yê di doza Ulkede Ozgur Gundemê de Tirkiye mehkûm kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewroayê (DMME), di doza rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê de Tirkiye mehkûm kir.

DMME'yê bi yekdengiyê biryar da ku dadgeriya Tirk xala 10'emîn a azadiya ramanê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û bi dayina cezayê pereyan Enqere mehkûm kir.

Di biryara DMME'yê de hate gotin, "Biryarên birîna ceza, komkirin û sansurkirina rojnameyê, bêyî ku naveroka nivîsên wê bên kontrolkirin bi rêk û pêk hatine bicihanîn."

Di biryarê de hate bibîrxistin ku dadgeriya Tirk di navbera salên 2004-2006'an de gelek caran lêpirsîn li rojnameyê vekiriye û hikum hate dayin ku Tirkiye tazmînatê bide xwediyê rojnameyê yê wê demê Alî Gurbuz ku doz li Tirkiyeyê vekiribû.