'Diyar bû ku Cînayeta Dînk li ber çavê dewletê hatiye kirin'

Têkildarî lêpirsîna qetilkirina Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê, Hrant Dînk de dîmenên nû derketin. Nayê zanîn bê ka çima dîmen aniha derketine holê.

Di dîmenên nû yên têkildarî cînayeta Hrant Dînk de derkete holê ku Samastê tetîkkêş û îstîxbarata jenderme hev dîtine. Ji parêzerên malbata Dînk Hakan Bakircîoglu got, dîmen girîng in lê belê têrê nakin. Bakircioglû da xuyakirin, ku divê kesên fermana 'kuştinê' dane derkevin holê û got, "Di qonaxa berê ya lêpirsînê de jî me gotibû, kuştin 'li ber çavê dewletê pêk hatiye'. Ev rastî careke din derkete holê."

Di dîmenan de tê dîtin, 6 endamên îstîxbaratê yên di lêpirsîna Cemeta Gulen de hatine girtin, li cihê bûyerê lêkolîn kirine û kuştin bi tetîkkêş Ogun Samast re bi hev re plan girêdane.