Dixwazin medyayek yek rengî ava bikin

Rojnamevên Çukurovayê nerazîbûn nîşanî cardin girtinên saziyên çapemeniya azad dan û diyar kirin ku AKP dixwaze medyayek yek rengî ava bike.

Xebatkarên Edene û Mêrsînê yên Dîhaberê ku bi bi hêjmara 693’an a BHQ’ê hat girtin nerazîbûn nîşan dan. Nûçegihanê Rojnameya Îmece Mejdel Aslan diyar kir ku dixwazin bi girtinan darbeye li çapemeniya azad bidin û wiha axivî: “Çapemeniyê ti çarî dest ji têkoşîna azadiyê bernedaye û wê bernede.”

'GER ÇAPEMENÎ NE AZAD BE…'

Aslan diyar kir ku li dijî hemû êrîşan çapemeniyê alternatîf avakiriye û wiha got: “Dîhaber bi van alternatîfan xwedî xelekek mezin e. Wê bi vê alternatîfê li dijî çapemeniya muxalîf rêya xwe bidomîn e.”

Xebatkarê Rojnameya Îmece Tûran Dal jî destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên li ser çapemeniyê zêde bûne û wiha anî ziman: “Bi girtin, binçavkirin û êrîşan dixwazin kedkarên çapemeniyê bê vîn bikin. Di cewherê van êrîşan de, eger çapemenî ne azad be, destpotîzm, kargeh û firmayên heyî azadin, heye.”

'DIVÊ EM QEBÛL NEKIN'

Nûçegihanê Rojnameya Cûmhuriyetê Abîdîn Yagmûr jî diyar kir ku girtinên saziyên çapemeniyê nayên qebûl kirin û wiha got: “Hikûmete mafê jiyanê nade çapemeniya muxalîf. Mafê hemû kesê heye ku bixwaze kijan çapemeniyê bixwîne. Ev pîvanên gerdûniye. Lê li welatê me ev yek nayê qebûl kirin. Desthilatdarî dixwaze medyayek yek rengî ava bike. Bi girtinên saziyan azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê paşve diçe.”

‘ÇI BIKIN JÎ VALE YE’

Nûçegihanê PÎRHA Dîren Keser jî diyar kir ku BHQ’ê rastiya tirsa desthilatdariyê daniye holê û wiha got: “Bi rêbazên berê çapemenî nayê bêdeng kirin. Êdî li her derî mirovên nûçegihan hene. Çi bikin jî valeye.”

‘DIVÊ EM XWEDÎ DERBIKEVIN'

Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê ya Edeneyê Volkan Pekal jî ev tişt gotin: “Ajans û rojnameyên hatin girtin bêyî ku lêpirsîn, doz û dadgehek hebe, hatin girtin. Li gorî keyfa kesekê hatin girtin. Ji ber ku bûn denge kedkaran, Kurdan, bindestan û jinan hatin girtin. Ji ber ku hêza xwe ji gel digrin wê çardin rêya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê divê hemû kes xwedî li Dihaber, Rojeva Medya û Rojnameya Şûjin derbikevin.”