NÛ BÛ

Dixwazin girtiyên di greva birçîbûnê de ne provoke bikin

Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ji 17'ê Çileyê û vir ve girtî di greva birçîbûnê de ne. Rêveberiya girtîgehê bi serdegirtin, heqaret û sixêfan dixwaze girtiyan provoke bike.

Li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ku bi sedan girtî di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn, ji 17'ê Çileyê û vir ve girtî serê 5 rojan carekê di dorvegerî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên ketine grevê dixwazin; tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak ê ku mohra xwe daniye binê gelek pêkanînên li dijî mirovahiyê ji wezîfeyê bê girtin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê li hucreyên heman girtîgehê tên girtin li qewîşa girtiyên siyasî bên bicihkirin û hemû eşyayên hatine desteserkirin bên radestkirin. Lê belê rêveberiay girtîgehê hewl dide girtiyên di grevê de ne provoke bike.

Derket holê, gardiyanê bi navê Cûmalî timî gefê li girtiyên di hucreyên xwe de di greva birçîbûnê de ne, dixwe. Greva birçîbûnê niha ji aliyê koma sêyemîn ve tê dewamkirin. Hat ragihandin, di bin navê lêgerînê de rêveberiya girtîgehê davêje ser qewîşan û heqaretê li girtiyan dike.

Pêkanînên tund û dijwar ên li vê girtîgehê, piştî anîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan girantir bûn. Wekîlên HDP'yî bi îdîaya 'ewlekariyê' li hucreyên yek kesî tên girtin. Li girtîgehê, îdare hefteyê du rojan davêje ser qewîşan. Wekîlên HDP'yî ku ji bilî nivînan tiştek li qewîşên wan nîne, kaxizên ku ew li ser dinivîsînin hatine desteserkirin û hê jî li Bloka C ku girtiyên cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn lê ne, tên girtin.

Li gorî agahiyan, bi fermana Midûrê Girtîgehê Haydar Alî Ak, hefteyê du rojan gardiyan davêjin ser qewîşan û dest datînin ser defter, pirtûk û pênûsên girtiyan. Her wiha ev demeke dirêj de destûr nayê dayîn aktîvîteyên civakî yên navbera qewîşan de tên kirin, bên lidarxistin. Derketina hewşê jî li gorî dilê rêveberiya girtîgehê tê kirin û rêveberî kê dixwaze, ew dikare derkeve hewşê.