'Divêtiyek e ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were!'

Li Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan grev didome. Parêzerên mafên mirovan xwestin ku bi lezginî bi Ocalan re hevdîtin were kirin û gotin ev divêtiyek e.

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Nûnerê Stenbolê yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Umît Efe û parêzer Eren Keskîn tecrîda li ser Ocalan ji ANF’ê re nirxandin.

TURKDOGAN: EM NAXWAZIN DIJBERÊ WÊ BIFIKIRIN JÎ

Turkdogan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan bi ti awayî nayê qebûlkirin û got, "Şerma Tirikiyê ye ku ji bo tişta heqê xwe bi kar bînin, mirov neçar dimînin ku têkeve greva birçîbûnê." 

Turkdogan got, ev rewş nîşan dide li Tirkiyê zagon nayên pêkanîn. Turdogan diyar kir, divêtiyeke ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got, "Eger bi qasî serê derziyê jî hurmetê dide yasayên xwe divê di cih de pêşî li hevdîtinê were vekirin; ez naxwazim dijberê vê bifikirim jî. Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan bang li Wezareta Edelatê kir ku bi lezginî deriyê hevdîtinê veke û got, ‘’Hevdîtin heqekî zagonî ye. Ne tiştekî wiha ye ku bi kêfa hinan bimîne."

KESKÎN: TALOKEYA ŞERÊ NAVXWEYÎ HEYE; BILA BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK WERE

Parêzer Keskîn diyar kir sîstema tayebet a ku li ser Ocalan tê avakirin hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirk e û em jî li dijî peymanên navnetewî ye ku îmza wê lê heye. Keskîn diyar kir Ocalan ev 5 sal bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye û ev ji salekê ye zêdetir e ku mabata xwe neditiye. "Tenduristiya Ocalan û jiyana wî ji bo Kurdan pir girîng e." Keskîn got 15’ê Tîrmehê bi şev li Imraliyê şer çêbûye û fermandarên Girtîgeha Imraliyê hatine girtin û ev jî fikaran zêde dike. Keskîn wiha got, "15’ê Tîrmehê şev hewldana darbeyê li Imraliyê çi bûye kes pê nizane. Ji bo vê jî derzagoniyek mezin heye. Têkildarî greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd jî Keskîn got, ‘’Li gor me parêzerên mafê mirovan greva birçîbûnê çareya dawî ye ku mirov serî lê dixe, lê ji ber  fikara ku wê bi rêyên demokratîk encam neyên girtin biryara greva birçîbûnê hatiye dayin.’’ Keskîn diyar kir, rewş ber bi nebaşiyê ve diçe û bal kişande ser şerê navxweyî. Got, Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne, wê dilê Kurdan rehet bibe.

'BILA LI MASEYA ÇARESERIYÊ WERE VEGERANDIN'

Keskîn gotina Bînalî Yildirim ku digot, "çareserî mareserî nîn e" şîrove kir û got divê ev gotin ji bo çar parçeyên Kurdistanê were nirxandin. Keskîn diyar kir, "Tirkiye ne tenê bi Kurdên nav xwe re, bi Kurdên derve re jî pirsgirêkan dijî" û wiha domand, "dewleta Tirk naxwaze ku Kurd bibin xwedî heq û hiqûqekî, ji bo vê j îli her parçeyî bi Kurdan re di nav şerekî de ye. Ev rewş pir taloke ye û her kes wê ji vê rewşê hîkar bibe. Di rewşeke wiha de ku ev qas mirov, ciwan jiyana xwe ji dest dan, kî yê hesabê bide malbatan? Hûn nikarin ji malbatan re bibêjin, ‘’ev têkoşîna dij terorê ye." Keskîn diyar kir, meseleya Kurd wê bi polîtîkayên ewlekariyê çareser nebe û bang li hikûmetê kir da ku were ser maseya çareseriyê.

EFE: ŞERTÊN TECRÎDÊ BILA ZÛ WERIN RAKIRIN

Nûnerê Stenbolê yê TÎHV’ê Umîr Efe diyar kir her cure tecrîd li dijî sirûşta însên e, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan da û her wiha li dijî hevnedîtina wî ya bi malbat û parêzaran re jî bertek nîşan da û got, "Di rewşeke wiha derasayî de, em rast nabînin ku têkildarî rewşa giştî ya Ocalan de parêzer û malbat bêagahî were hiştin." Efe xwest ku şertên tecrîdê di cih de rabin û got hevdîtina bi Ocalan re wê rê li ber bigire ku geşedanên metirsîdar kûr nebin.

Efe diyar kir çareserî, aştî û mitebeqat tenê bi rêya dîyalogê pêkan e û got, "Em weke parêzerên mafê mirovan em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê."