'Divê li dadgehê li Birêz Ocalan bê guhdarîkirin'

Doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tên darizandin, bi rûniştina îro dewam kir. Di rûniştinê de parêzeran xwestin, li Ocalan bê guhdarîkirin.

Doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tên darizandin, bi rûniştina îro dewam kir. Di rûniştinê de parêzeran xwestin, li Ocalan bê guhdarîkirin.

Doza li hemberî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku şêwirmendiya hiqûqê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike hat vekirin, bi rûniştina îro dewam kir. Di rûniştina li 19. Dadgeha Cezayê Giran a li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê de, parêzerên tên darizandin, hempîşeyên wan û heyetek hiqûqnasan a ji Ewropayê amade bûn.

'NEWÊRIN LI BIRÊZ OCALAN GUHDARÎ BIKIN'

Ji parêzerên tên darizandin Prz. Ercan Kanar di axaftina xwe ya li rûniştinê de biryarên beraatê yên di dozên 'Şîke' û 'Balyozê' de mînak nîşan da û xwest, bên berdan. Parêzer Kanar da xuyakirin ku pîvana "wekheviya çekan" bi cih nehatiye anîn û got, "Tê îdîakirin ku hevalên me yên bersûc fermana çalakiyê dane. Wê demê divê Birêz Ocalan bînin dadgehê û lê bê guhdarîkirin. Me ji bo vê yekê daxwazname pêşkêş kir, lê bê encam ma. Ji bo darizandin, divê ev îfade bê girtin. Lê belê dozger newêriye vê bike. Dadgehê her tim red kir."

'DÎWAR LI BER EDALETÊ LÊ KIRIN'

Parêzer Kanar anî ziman ku di dozên Kurd û çepgir lê tên darizandin de her tim cotstandartî hatiye kirin û got, "Li gorî mafê darizandina adîl, divê bi awayekî wekhev li şahidan bê guhdarîkirin. Dadgeriyê li hemberî edaletê dîwarek lê kiriye. Serokên Baroyê di dîroka Komarê de 3 caran hatin darizandin. Ev rewşa ku herî dawî di 12'ê Îlonê de rû da, îro dubare bû. Nûnerê bi hezaran parêzeran serokê baroyê Tahîr Elçî hat binçavkirin. Diviyabû we jî nerazîbûn nîşanî vê rewşê bidana. Em naxwazin we weke karmend bibînin."

JI BO 17'Ê ADARÊ HAT TALOQKIRIN

Heyeta dadgehê, piştî parêznameyê diyar kir ku ji ber di rûniştina beriya niha de biryara beraatê hatiye redkirin pêwîstî bi biryareke din nîne û biryar da ku li benda serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn bisekinin. Rûniştin ji bo 17'ê Adarê hat taloqkirin.