‘Divê gelê Gaziyê li dijî înfazan rabe berxwedanê’
Nûnerên partiyên siyasî û civakî yên li Gaziyê, diyar kirin ku înfazên li Geziyê ‘bi destê dewletê’ tên kirin, banga hê zêde ya berxwedanê kirin.
Nûnerên partiyên siyasî û civakî yên li Gaziyê, diyar kirin ku înfazên li Geziyê ‘bi destê dewletê’ tên kirin, banga hê zêde ya berxwedanê kirin.
Înfazkirina herî dawî ya bi destê dewletê ku di nava salên herî dawî de bi taybet li Taxa Gazî ya girêdayî navçeya Sûltangazî ya Stenbolê rojnamevanê Kurd Cîhan Dîndarîk berdewam kir.Nûnerên Partîzan, HDP, Komelya Elewî û ESP’ê yên li Gaziyê destnîşankirin ku bûyerên ku li Gaziyê diqewimin ji aliyê hêzên peremilîter ên dewletê ve tên organîzekirin, gelê Geziyê vexwendin berxwedanê.
‘EV KONSEPTEKÎ BI ZANABÛN A QETLÎAMÊ YE’
Nûnerê Partîzan a Taxa Gaziyê Alî Asker Akkoç:
Înfazên li Geziyê tên kirin qetlîamên bi zanabûn in. Dewlet dixwazê vê bêje; ‘Yan hûnê bi ya min bikin, an jî ez ê we bi vekirî qetil bikim.” Li daristana Gaziyê li ser zarokên li geştê bûn şêst gule reşandin. Di êrîşê de zarokên gel, ciwan qetilkirin. Piştre jî rojnamevanekî ji Bazîdê yê bi nave Cîhan qetilkirin. Cîhan bi êşkenceyê qetilkirin. Vê peyamê didin; ‘Her kesê li dijî min derkeve ez ê wiha lê bikim’. Îro hê di bîrên asîtê de ciwanên me hene, hestiyên me hene, nikarin me bi helînin, wê nehelînin.
Wê têkoşîn bi hemû leza xwe dom bike. Berpirsyariyekî me ya domandina vê têkoşînê heye. Ji bo em jiyanekî weke mirovan bijîn, divê em têkoşînê bikin. Ji bo em li Gaziyê bijî û rûnin, li Gaziyê bi giştî bi erênî û nerênî pirsgirêkên me hene. Weke gelê Gaziyê dive me li hev bicivin û li dijî van înfaz û konsepta qetlîamê bi teqez nerazîbûnên xwe diyar bikin, pêş bixin.
‘ÇETE BI HEVKARIYA DEWLETÊ LI SER KAR IN’
Nûnerê HDP’ê yê Gaziyê Ahmet Ûlar
Gazî taxek ku her beş giringiyê pê dide. Bi xwezayî li dijî her beşî bi taybet li ser ciwanên ku li vir dijîn, planên wan hene. Hinek li Taxa Gaziyê ciwan kirine hedef. Bi taybet kirina ciwanan a hedefê gelek fikaran bi xwe re tîne. Ji bo ciwanan ji têkoşîna siyasî dûr bixin, çeteyên madeyên hişbir û organîzasyona ku hinek koman li nav xwe digire hene. Herî dawî Cîhan Dîndarîk qetilkirin, mirovekî li taxê dihat nasîn û heskirin, yek ji pêşengên ciwanan bû. Ji bo merasîma cenazeyê wî beşdariyekî mezin hebû. Hedefkirina Cîhan tiştekî taybet e. Bûyer nehate zelalkirin, ji ber ku bi qasî pêwîst bi ser de ne çû. Di wê fikrê de me ku bi qasî pêwîst xwedîlêderketin pêk nehat. Ciwanekî muxalîf, ciwanekî ku bi taybet kiriye hedef, bi taybet dive xwedî lê bê derketin û qetlîam bê rûnîkirin.
‘QETLÎAMÊN LI GEZIYÊ ORGANÎZASYONA DEWLETÊ YE’
Nûnerê Komeleyên Elewiyan Îmam Galsever:
Li Gaziyê li nava kolanê înfaza bê daraz salên 90’î tîne bîra mirovan. Di pêvajoya dawî de li Gaziyê li deverên muxalîf tên zanîn, derdorên Kurd-Elewî, çep û sosyalîst dijîn zarokên me tên qetilkirin. Bi vê dixwazin li ser civakê tirsekî mezin a zext, çewisandin û qetlîamê bidin avakirin.
Dixwazin li Gaziyê ti kes dernekeve. Di tiştekî herî biçûk ê maf xwestinê de, serî li şidetê didin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, di wê fikrê de me ku bi sîstematîk xistine dewreyê. AKP’ê piştî darbeyê hinek rêxistinên paremilîter ava kiriye. Li ser serê van ji berê ve leşkerên bi cil û berg hebûn, niha jî leşkerên teqawît bûyî hene. Dîsa bersûcên Ergenekon û Balyozê niha tîmên rêveber ên AKP’ê ne û weke plansazên van qetlîaman li ser erkê ne. Berovajî vê ne tiştekî ku polîsek ji rêzê bikare bike ye. 4 ciwanên Elewî, Pinar Gemsiz û herî dawî jî Cîhan qetilkirin. Li ser civaka Kurd û Elewî helwdanekî cidî ya zext û qetlîamê heye. Ev organîzasyonekî ya dewletê ye, ev organîzasyon Ocaxên Osmaniyan û îro bi destê AKP’ê û Ergenekonê tê birêvebirin. Em natirsin, em ê netisin, berovajî vê wê faşîzim bi sazî bibe û wê bixin rewşekî ku em nekarin nefesê hildin.
‘EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’
Nûnerê ESP’ê yê Taxa Gaziyê Serhat Demîrtaş:
Tişta ku li vir tê kirin di destê dewletê tê birêvebirin. Tişta ku li vir diqewime ne asayî ye, Gazî, di dîroka Elewî, Kurd, nasnemeya rewşenbîr û antî faşîstan de her demê dewlet tirsandiye. Bi xwezayî polîsên dewletê bi awayekî sîstematîk şidetê li vê taxê pêk tîne. Rejîma AKP’ê dixwaze vîna kedkaran teslîm bigire. Dema ku nekarî teslîm jî bigire, birêbazên herî paşverû; bi êrşkence, înfaz, girtinê dixe dewreyê. Li Gaziyê ji bo êrîş li ser bê kirin, pêwîstî bi berxwednan an jî nasnameyekî siyasî nine, polis û hêzên dewletê her beş bi awayekî sîstematîk dike hedef. Ya ku bê kirin; divê gelê Gaziyê xwdî li saziyên xwe derbikeve û berxwedana xwe hê mezintir bike.