Divê Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedana Kobanê bibin

Divê Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedana Kobanê bibin

Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd der barê êrîşên çeteyên navdewletî yên DAIŞ’ê yên li hemberî Kantona Kobanê nirxandinên girîng kirin. Cawîd li gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî ciwanan bang kir ku bi awayekî çalak tevlî berxwedana Kobanê bibin.

Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd têkildarî êrîşên çeteyê DAIŞ ên li hember Kobanê ku ji ANF’ê re axivî diyar kir hêzên dagirker û dijminên gelê Kurd ên navdewletî îro bi piştgirîdayîna komeke terorîst ên weke El-Qaîde û DAIŞ’ê re êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Cawîd got, “Bi dehan caran li Rojava û Başûrê welat xwestin komkujî û trajediyên mezin bi gelê Kurd bidin jiyan. Rojavayê Kurdistan û bi taybet jî Kobanê rastî êrîşên herî dijwar ku di dirêjahiya dîroka gelê Kurd de jî nehatiye dîtin tê.

Êriş û hewldanên dagirkirina Kurdistanê yên ji aliyê DAIŞ’êû ew hêzên tarî yên li pişt wî de xwe vedişêrin ve têne kirin, her diçe berfirewantir dibe. Tevahî gelê me di şexsê Rojava, Başûrê welat û bi taybet jî Şengalê de li rastî êrişeke neteweyî hatiye.”

‘ÊRIŞ LI HEMBER TEVAYÎ GELÊ KURD E’

Cawîd, her wiha destnîşankir ku ev êrîş ne tenê li hember parçeyeke Kurdistanê anjî bajarekî wê ye û axaftina xwe wiha domand:  “Êrîş, tenê li ser beşeke Kurdistan an jî bajareke Kurdistanê nîne. Tişta niha têkirin êrîş li ser tevahî destkeftiyên neteweyî yên Kurd, li ser tevgerên azadîxwaz yên Kurd, li ser şeref, rûmet û heysiyeta Kurd e.”

Rêzan Cawîd anî ziman ku DAIŞ û hêzên tarî yên li pişt wê ji ber li Şengalê şkestineke mezin xwarin  berê xwe dan Kobanê ûwiha  berdewam kir: “Gelê Kurd di dirêjiya dîroka xwe de gelek car li rastî êrîşên kirêt ên dijminan hatiye. Em îro jî dibînin ku ev komên terorîst li Şengalê şkestek mezin xwarin, gerîla û têkoşerên Kurd derbên kujêr li wan dan. Ji lewma careke din berê xwe dan Kobanê û dixwazin li vir komkujiyeke mezin pêk bînin.”

Cawîd axaftina xwe wiha domand: “Asta ku îro Rojavayê Kurdistanê gihiştiyêû destkeftiyên li wir, hêvî û daxwaza  tevahî gelê Kurd e. Deskeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ji bo çareserî li beşên din yên Kurdistanê jî çêbibe rêveker e. Eger îro ev komên terorîst ên weke DAIŞ’ê û hêzên tarî yên li pişt wan de li Rojavayê Kurdistanê li pey dek û dolaban in ji bo gelê Kurd li ti beşeke Kurdistanê negihije armancên xwe yên pîroz.”

Bi berdewamî bal kişand ser xwedî derketina gelê Kurd li destkeftiyên neteweyî û têkoşîna gelê Kurd bi van gotinan anî ziman: “Îro her beşekî Kurdistanê bi xwedî derketineke dîrokî, biqehremantiyeke bêmînak karî hem Rojavayê Kurdistan hem Başûrê Kurdistanê ji êrişên van terorîstan biparêze.”

Cawîd bal kişand ser xeteriya van hêzên çete ji bo herêmê û wiha berdewam kir, “Ev hêzane ji bo tevahî Rojhilata Navîn hêzeke pençeşêrin, nexweşiyeke serdemî ye, bi piştgiriya hêzên komploger ku dixwazin hemû nirxên herêmê têk bibin, pêşketiye. Hêzên navdewletî siyaseteke durûyane li ser Kurdistanê birêve dibe”.

Cawîd rexne li bêdengîû xemsariya hêzên dewletî kir û got, “Di dema komkujiya Şengalê de me dît ku hêzên navdewletî xwe bêdeng kirin û çavê xwe jêre girtin heya komkujiya Şengalê pêkhat, piştre jî bi hindek êrişên sivik  xwastin vê bêdengiya xwe bişikênin.Her wiha çek û teqemenî dan bi hindek hêzên Kurdî ku hebûna wan di eniya şer a Şengalê de tine bû. Ev car jî li hember êrişên çeteyan yên li ser Kobanê de xemsarî û bêdengiya xwe diparêzin.”

‘DIVÊ GELÊ KURD JI DERVEYÎ XWE, BI TI AWAYÎ PIŞT NEDE HÊZEKE DIN’

Cawîd da diyarkirin ku yekem care ku Kurd bi îradeya xwe ya şexsî çareseriya xwe diyar dike û got: “Parastina van destkeftiyan tenêû tenê dikare bihêza îradî û  neteweyî  were parastin. Gelê Kurd divêji derveyî xwe, bi ti awayî pişta xwe bi ti hêzeke din germ neke. Gelê Kurd pêwîst e bost bi bost xaka Kurdistanê bi helwesteke neteweyî biparêze. Zarokek, jinek, pîremêr û pîrejinek li kîjan devereke welat, rû be rûyê metirsî were, erkê her ferdeke Kurd e ku bi riheke neteweyî, bi riheke qehremanî biparêze, rizgar bike û êrişan têkbişikîne.”

Rêzan Cawîd da xuyakirin ku tenê bi daxuyanî û axaftinan êrişên çeteyan nayên pûç kirin û bal kişand ser van xalên girîng; “Îro tevahî gelê Kurd bi fikare û çavên xwe li êrişên li ser Kobanî ye. Gelek kes tenê bi daxuyanî, gelek kes tenê bi axaftin piştgiriya xwe ji bo gelê Kobanî radigihînin. Lê, ev bes nake û têrê jî nake. Hemû hêzên Kurd ên ku bangeşeya welatperweriyê dikin, ên baweriya xwe îradeya gelê Kurd bi xwe heye, pêwîst e bi pêngavên pratîkî van êrişan pûç bikin. Tenê bi piştgirîdan, tenê bi daxuyaniyan, tenê bi ragihandinê, êrişên DAIŞ vala dernakevin. Civaka Rojavayê Kurdistan pêwîstiya xwe bi alîkariya yek bi yek kesayeta Kurd heye. Ji bo wê pêwîst e hemû beşên Kurdistanê, bajar, navçe û gundên Kurdistanê, bi taybet jî Rojhilatê Kurdistanê pêngavên pir cidî û pratîkî ji bo parastina Kobanî biavêjin. Êrişa ku li ser Şengalê hate kirin, gelê me li hemû beşên Kurdistanê bi bawerî û cesaret tevgeriya û hestên xwe yên welatperwer, bi komkirina alîkariyan îfade kir. Îro careke din ji dema berê deh qat zêdetir pêwîstî bi berxwedanekî din heye.”

Rêzan Cawîd bi berdewamî bang li Gelê Rojhilatê Kurdistanê kir û got, “Li ser vê esasê bang li gelê me yê hemû beşên Kurdistanê û bi taybet jî bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku ji Maku heya Kirmaşan, ji Îlam heya Loristan, hemû bajar û bajarok pêwîste em bi hawara gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanêve biçin. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ne li  cîhana mecazî, ne li ser înternetan, ne li Fecebookan pêwîst e li qada şer de bin. Ciwanên Kurd îro pêwîst e di enî û çeperên herî pêş ên şer de cihê xwe bigirin. Ji lewma bang li tevahî ciwanên Kurd, bi taybet jî ciwanên Rojhilat dikin ku yên xwedî hêza fizîkî, kesên zana û hişmend,  yên xwedî hestên şoreşgerî, yên xwedî cesareteke têkoşînê, yên parastina şeref û rûmeta gel, erkê xwe dizanin pêwîst e heya dawiyê ji bo parastina Kobanê piştgirî  bikin, bên beşdarî refên têkoşînê bibin, bên beşdarî refên şer bibin û ji bo parastina tevahî deskeftiyan gavên pratîkî biavêjin”.

Cawîd da zanîn ku divê kes li pêşiya kesê negire û ji bo tevlîbûna berxwedaneke çalak astengî ji ciwanan re çênekin û wiha dewam kir: “Pêwîst e li Rojhilatê Kurdistanê ji bo beşdarbûna ciwanan ji berxwedaneke çalak re kes pêşî li wan negire û astengiyan ji wan re çêneke. Mixabin gelek caran malbatên me ji bo parastina ciwanekî xwe, astengî ji bo tevlîbûnê çêdikin. Îro roj roja rûmetê ye, roj roja gav ber bi azadiyê ve avêtine, roj roja şoreşê ye. Parastina zarokekî Kurdistan, parastina ciwaneke Kurd, parastina îradeyeke Kurd bandorê li parastina tevahî xaka Kurdistanê dike. Ji lewma parastina Kobanê tê wateya parastina destkeftiyên hemû beşên Kurdistanê û gav ber bi şoreşa hemû beşên Kurdistanê ve avêtinê. Rojhilatê Kurdistan niha di nava têkoşîneke azadîxwaz de ye. Bi parastin û beşdarbûna têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê re divê em gav ber bi azadiya Rojhilatê Kurdistanê ve jî biavêjin. Ev erkeke welatperweriye, erkeke neteweyiye û heya dawiyê pêwîst e hemû ciwanên Kurd ji bo vêya têbikoşin û werin beşdarî refên gerîla bibin. Îro gerîla, şeref û rûmeta gelê Kurd diparêze. Bi hêza xweya zatî, bi derfetên herî kêm, bêku çek û teqemenî ji ti hêzeke cîhanî bigire, bêku pişta xwe bide ti hêzeke cîhanî, tenêû tenê bi bîr û baweriya xwe, bi îradeya xwe li dijî van êrişan radiweste”.

Rêzan Cawîd da xuyakirin ku heya niha xwe ji ti alîkarî û beşdarbûna parastina destkeftiyên Kurd nedane paş û bi van gotinan asta amadekariya KODAR’ê ji bo parastina xaka Kurdistan û gelê Kurd anî ziman: “Ji vêya şûnde jî bi hemû hêza xwe heya dawî ji bo parastina hemû beşên Kurdistanê amade ne. Weke KODAR heya niha me xwestiye ku li hemû beşên Kurdistanê beşdarî şer û tekoşînê bibin û beşdar jî bûne. Ji vêya şûnde jî bihemû hêza xwe ji bo parastina Kobanî, ji bo parastina her bosteke xaka Kurdistanê amadebûna xwe îfade dikin û em ê gavên pratîkî jî biavêjin”.

‘PÊWÎST E YEK HÊZEKÊ SELEFÎ-CÎHADÎ LI KURDISTANÊ NEMÎNE’

Rêzan Cawîd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hebûna hêzên Selefî-cîhadî yên li Rojhilatê Kurdistanêû wiha got; “Ciwanên Kurd divê mil bi milê gerîlayan di vê berxwedanê de beşdar bibin. Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê li kolanan divê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, li dijî hêzên  Selefî-cîhadî ku ti pêwendiyeke xwe bi îslamiyeta rastîn re nîne,  serhildan bikin. Pêwîste yek hêzekê Selefî-cîhadî li Kurdistanê nemîne. Ev astengin, ev li dijî nirxên Îslamî şer dikin. Pêwîstî bi xwedî derketineke mezin li ol û nirxên pîroz yên Kurdistanê heye. Divê kesên dîndar, hemû kesên rewşenfikir, bawermend û oldarên Kurdistanê  li hember ev êrişên qirêj yên neyarên Kurd, dest bidin destê hev û têkoşîneke hevpar bidin. Pêwîst e em tev, bi yekîtiyeke neteweyî, yek deng û yek rih li hember van êrişane rawestin. Ji lewma divê di serî de ciwanên Kurd û tevahî gelê Rojhilatê Kurdistanê bi hawara gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ve biçin. Gelê me di kolanan de bi komkirinan alîkariyê, bi serhildan kirin li dijî DAIŞ’ê, nerazîbûna xwe li hember bêdengiya hêzên navdewletî û herêmî bidin nîşan dan. Gelê Kurd wê serkeve û heya dawiyê jî ji bo azadiya xwe têbikoşin”.

‘HEYA KESEKÎ KURD MABE, HEYA GERÎLAYEKÎ KURD MABE EV XAK WÊ NEBE CIHÊ DAIŞ’Ê’

Rêzan Cawîd herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî “Dibe ku îro gundek du gundên Kurdistanê ketibe destê hêzên çete, lê ev mayînde nîne. Divê çeteyên DAIŞ vêya baş bizane ku yek bosteke Kurdistanê ji bo wan mayînde nabe, bosteke Kurdistanê ji bo wan cihê ewlekariyê nîne. Heya kesekî Kurd mabe, heya gerîlayeke Kurd mabe ev xak wê nebe cihê DAIŞ’ê. Ne tenê wê nebe cihê DAIŞ dê nebe cihê ti hêzeke dagirker jî. Ev xeyal û dek û dolabên qirêj, em ê bi têkoşînê pûç bikin. Divê gelê Kurd erkê xwe yê welatperweriyê pêk bîne”.