Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk didom in. Di êrîşên hewayî û bejahî de, sivîl ku jin, pitik û zarok jî di nav de ne hedef tên girtin û qetilkirin. Ji destpêka dagirkeriyê û vir ve li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî sûcên şer û sûcê li dijî mirovahiyê dewam dikin.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û NY’yî, avaniya demografîk ê van herêman bi rengekî sîstematîk tê guhertin, gel neçarî koçberiyê tê kirin, talankirin, revandin û êrîşên zayendî li dijî jinan tên kirin û kuştinên bê daraz tên kirin. Di heman demê de mîrateya dîrokî û çandî tê tinekirin.
Ev sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî hatin kirin, ji aliyê Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) ve ku 5-6'ê Sibatê li paytexta Belçîka Brukselê li hev kom bûn, hate destgirtin. Di vê rûniştina ku di bin navê "Dadgeha Gelan a Rojava" de hat lidarxistin de dadgerê Îtalyayî Domenîco Gallo yê di qada hiqûqa navneteweyî de tê naskirin jî di heyeta dadgehê de cih girt. Dadger Gallo, der barê sûcên li Rojava hatine kirin de ji ANF'ê re nirxandin kir.
‘DELÎLÊN XURT ÊN ŞER Û SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAN HATINE KIRIN HENE’
Dadgerê navneteweyî Gallo, diyar kir ku wan delîlên xurt ên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine. Dadger Callo, destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk li Rojava bi armanca tunekirina nasname, çand û rewşa jiyanî ya gelê Kurd e. Gallo, da xuyakirin ku guhdarîkirina şahidan, bihîstina êş û azaran û bi taybetî kiryarên tundiyê yên li dijî jin û zarokan tên kirin, gelek giran in.
‘SERWERIYA SÛRIYEYÊ TÊ BINPÊKIRIN’
Gallo, anî ziman ku civaka navneteweyî ji bo vê rewşê ne hesas e û got ku Tirkiye serweriya Sûriyeyê binpê dike. Dadger Gallo, got ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji ber ku hevalbendê Tirkiyeyê ye çavê xwe ji van binpêkirinan re girtiye û serweriya Sûriyeyê tê binpêkirin. Gallo, êrîşên li dijî gelê Kurd bi awayekî eşkere weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir.
‘RAYEDARÊN TIRK YEKSER BERPIRSYAR IN’
Gallo, da xuyakirin ku dewleta Tirk yekser ji sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyar e û got, "Desthilata Tirk û Serokkomar Erdogan, weke rêveberên fêîlî yên Artêşa Millî yê Sûriyeyê (SMO) yekser ji sûcên li herêmê hatine kirin berpirsyar in. Erdogan di bin navê terorê de hewl dide van êrîşan rewa bike. Lê di rastiyê de yê ku li dijî gelê Kurd ê li Rojava kiryarên terorî pêk aniye Tirkiye bi xwe ye."
‘TIRKIYE JI BÊCEZABÛNÊ CESARET DIGIRE’
Dadger Gallo, diyar kir ku biryarên 'Dadgeha Gelan a Rojava' ya li Brukselê hatiye avakirin xwedî girîngiyeke mezin e. Gallo, anî ziman ku armancên herî girîng ên dadgehê ew e ku rastiyên bûyerên li herêmê diqewimin ji raya giştî re eşker bike û hişyariya kolektîf ava bike. Gallo, da xuyakirin ku ji bo gavên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de werin avêtin bi bandor bin, girîng e raya giştî balê bikişîne ser vê rewşê û bikeve nava tevgerê.
Callo, her wiha "bêdengiya civaka navneteweyî" li hemberî sûcên giran ku li herêmê pêk tên rexne kir û xwest êdî li hemberî Tirkiyeyê helwest bê raberkirin.
Domenico Gallo kiye?
Domenico Gallo weke dadger salên dirêj li Dadgeha Romayê wezîfe meşand. Demekê navber da pîşeyê xwe û li Senatoya Îtalyayê wezîfeya sekreteriya komîsyona parastin û senatoriyê meşand. Gallo di sala 1996’an de car din bû dadger û di Yekîtiya Dadgerên Ewropa û Dadgerên Demokratîk de bi rolên aktîf rabû. Gallo têkildarî pirsgirêkên navneteweyî û mijarên mafên mirovan xwedî gelek berheman e.