'Divê bûyerên li Kobanê bi girseyî bên teşhîrkirin'
'Divê bûyerên li Kobanê bi girseyî bên teşhîrkirin'
'Divê bûyerên li Kobanê bi girseyî bên teşhîrkirin'
Gelek sendîkayên girêdayî KESK’ê bi heyeteke ku ava kirin ji bo pêşveçûnên li Kobanê di cihê wê de bibînin û piştgiriya bidin gelê Kurd çûn Kobanê. Sekreterê Giştî yê BES’ê Davut Balikçi, bal kişand ser pêşveçûnên li Kobanê û got: “Sûriye û Tirkiye elektrîka Kobanê qut kiriye . Gel bi hemû hebûna xwe li ber xwe dide. Lê belê raya giştî ya Tirkiye ji pêşveçûnan ne agahdar e. Ambargoya çapemeniyê jî heye. Ji bo ev hemû bên teşhîrkirin berteka girseyî girîng e.”
Balikçi yê şahidî ji pêşveçûnên li Kobanê û li ser sînor kir çavdêriyên xwe ji ANF’ê re nirxand. Balikçi anî ziman ku bi rêxistinên tenduristiyê re çûne Kobanê û got, “Em pê hesiyan ku gelek ciwan tevlî YPG’ê bûne. Kobanê bi Pirsûsê ve ye. Yanî sînor nîne. 100 metre jê wêdetir Kobanê ye. Xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber hesinê trênê û deştê xwedî girîngiyekê ye. Ji bo Tirkiye, Sûriye û Iraqê jî wiha ye. Ji bo kantonên din jî xwedî girîngiyekê ye. Ez bawer nakim Kobanê bikeve.”
‘TIRKIYE ELEKTRÎK QUT KIRIYE’
Balikçi anî ziman ku elekrtîk hatiye qutkirin û wiha dewam kir, “Gel hewl dide bi derfetên xwe yên wek jeneratoran pêdiviyên xwe yên elektrîkê bînin cih. Gel got ku ji Tirkiye û Reqa elektrîka wan hatiye qutkirin. Deh roj in wisa ye. Li wir komkujiyek heye. Mirov tî û birçîne.”
‘AMBARGOYA ÇAPEMENIYÊ JÎ HEYE, BI QASÎ TÊ XWESTIN NAYÊ ZANÎN’
Balikçi di dewama axaftina xwe de got ku şerê li Kobanê û komkujiya li hember Kurdan bi qasî tê xwestin ji raya giştî re nayê vegotin û wiha axivî: “Ambargoya çapemeniyê jî heye. Rêxistinên girseyî yên demokratîk jî nikarin pêvajoyê bimeşînin. Hinekî jî ji nezaniyê tê.”
Balikçi bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê çalakiyên navendî û hemwext bên kirin. Li deverên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê. Diçê mirov biçe pêşiya AKP’ê û şer teşhîr bike. Divê bi awayekî girseyî pêk bê. An na daxuyaniyên rojane ne bes in.”