Dîsa TOKÎ, dîsa rant
Hikûmeta AKP/Qesrê ji roja ku bûye desthilatdar û hetanî niha li bajarên cihê yên Tirkiyeyê, bi navê TOKÎ’yê mohra xwe li gelek nehiqûqiyan daye û daxwaz û bertekên gel ji nedîtî ve tê.
Hikûmeta AKP/Qesrê ji roja ku bûye desthilatdar û hetanî niha li bajarên cihê yên Tirkiyeyê, bi navê TOKÎ’yê mohra xwe li gelek nehiqûqiyan daye û daxwaz û bertekên gel ji nedîtî ve tê.
Serkereterê Koordînasyona TMMOB’ê yê Amedê Mehmet Orak diyar kir, hilweşandina stadyûma Amedê ku weke parçeyek ji korîdora hilmstandinê ya bajêr tê dîtin û li şûna wê, ji hêla TOKÎ’yê ve avakirina rezîdans û sûk û bazarê, weke hewldaneke fetisandina bajêr nirxand û got, "Em ê bi ti awayî destûrê nedin ku qadên bi vî rengî, bêyî ku sûda gel were fikirîn, bi armanca rantê pêşkêşî wan kesan bikin ku nêzî hikûmetê ne."
Hikûmeta AKP/Qesrê ji roja ku bûye desthilatdar û hetanî niha li bajarên cihê yên Tirkiyê, bi navê TOKÎ’yê mohra xwe li gelek nehiqûqiyan daye û daxwaz û bertekên gel ji nedîtî ve tê.
Serkereterê Koordînasyona TMMOB’ê yê Amedê Mehmet Orak dibêje, li gel berdewamkirina pêvajoya hiqûqî ku ev nêzîkî 4 salan e dom dike, TOKÎ ji Rewşa Awarte sûd werdigire û hilweşandina stadyûma Amedê ku weke parçeyek ji korîdora hilmstandinê ya bajêr tê navandin, û li şûna wê, ji hêla TOKÎ’yê ve avakirina rezîdans û navenda kirînûfirotinê û bi domdarî: ‘’Li gel pêvajoya hiqûqî ku ev nêzîkî 4 salan de dom dike, dadgeha xwecih biryara Şêwirgehê ji nedîtî ve hat. Em weke TMMOB’ê, bi sûdwergirtina ji Rewşa Awarte, bêyî ku guhdêriya li daxwaza gel were kirin, em li dijî wê ne ku deverên wekî Cîgeha Karayolu, Anit Park, Stadyûm, Sumer Park û DSÎ ku em weke korîdora hilmstandinê ya bajêr bi nav dikin, bi mebesta rantê werin tinekirin.
PÊDIVIYA ME BI NKF’YÊN NÛ NÎN E
Orak diyar kir, Navendên Kirîn û Firotinê (NKF) û rezîdans wê esnafên biçûk biqedînin û pêdiviya gelê herêmê ne bi NKF’yan lê bi qadên vekirî heye û wiha domand, ‘’Berevajî tişta ku dixwazin empoze bikin, rezîdans NKF ne nîşaneya pêşketinê lê ya kapîtalîzmê ye. Her wiha NKF’ya ku wê li cihê stadyûmê were çêkirin wê esnafên xwecih û biçûk ên ofîse bikuje û bêkarbûnê zêdetir bibe. Li nav bajêr pêdivî bi NKF’yeke dî nîn e. Jixwe di van deh salên dawî de gelek ji van hatin çêkirin. Heke teqez divê were çêkirin, divê li derveyî bajêr were çêkirin.
Orak diyar kir qada stadyûmê ne xwedî wê jêravaniyê ku li lê rezîdans û NKF werin çêkirin û got heke di vê projeyê de israr bikin wê li heremê kaos çêbibe û wiha berdewam kir: ‘’Ji hêleke dî ve jî, di rewşeke erdhejê de û bobeleteke xweristî de, nebûna qadeke ku gel lê were bicihkirin, tengezariyeke mezin e. Dawiya dawî Amed herêma erdhejê ya di asta 2. de ye û li ber îhtîmala erdhejekê nebûna cihekî ku gel lê bi cih bibe, bobelatên mezin dikarin çêbibin. Ji bo vê sedemê jî em dixwazin ku ev qad ji gel re vekirî be û bibe park yan jî tiştekî bi vî rengî.’’
AFÎŞ LI BÎLBOARDAN NEHATE NÎŞANDAN
Orak diyar kir, ji bo ku stadyûm nebe qurbana rantê xebatên wan ên agahdarkirina gel li Rewşa Awarte aliqî ne û wiha got, ‘Ji xebata afîşê bigirin ta bi civînên gel û bi tevlêbûna kulubên sporê yên amator belavkirina broşûran, li gel ku gelek planên me hebûn, ji ber Rewşa Awarte tenê me karîbû afîşan li bîlboardan daliqînin. Me gelek afîşên ku dabûn ber çapê jî nekarîn li bîlborda bikin, fîrmaya reklamê ji ber ku îhtîmala berhevkirina afîşan hebû, diyar kir ku ji ber afîşan ew naxwaze pirsgirêkan bijî."
CÎGEHA KARAYOLU JÎ GORÎ RANTÊ KIRIN
Orak diyar kir ne tenê qada stadyûmê lê cîgeha Karayolu û DSÎ jî bi mebesta rantê dane kesên nêzî hikûmetê û got: ‘’Niha li gel ku li bajêr gelek qadên vala hene û yek ji van Parka Yildiz e ku li rex Cîgeha Karayoluyê ye, israr dikin ku li Cîgeha Karayoluyê mizgefteke navendî çêbikin. Qada navborî ji dema komarê maye û dehl in lê ji bo projeya mizgeftê bi hezaran dar têne birîn. Her wiha qada DSÎ’yê dewrî cemeta Gulen hatibû kirin lê pişrî 15’ê Tîrmehê bûye pêvajoya dadgehê.
NAVÊ FÎRMAYA KU PROJEY DAYE SER XWE TÊ VEŞARTIN
Orak diyar kir, navê fîrmaya ku projeya TOKÎ’yê daye ser xwe tê xefkirin û got, ‘’tekane sedema vê ew e ku li dijî daxwaza gel kar dikin’’
GELÊ AMEDÊ DIVÊ LI BAJÊR XWEDÎ DERBIKEVE
Orak banga bihistyariyê li gel kir li hemberî bikaranîna stadyûmê ya bi rengê ku bêyî daxwaza gel tê bikaranîn û wiha got: ‘’Em ji ber sedema ku esnafên xwecih tengezar nebin û di rewşên weke erdhejê de ji bo ku gel tengezar nebe û korîdora hilmstandinê ya bajêr ji bo ku em naxwazin ji bo rantê were tinekirin, em dixwazin evder ji gel re vekirî be. Ji bo vê jî em weke TMMOB’ê em bang li gelê Amedê dikin li bajarê xwe xwedî derbikevin.’’