Dirûşma "PKK gel e gel li vir e" beraet kir

Ejder Ozdemîr ê ku li Agiriyê di meşa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan de, ji ber ku dirûşma "PKK gel e gel li vir e" qîriya û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwest doz lê hat vekirin, beraet kir.

Rûniştina destpêkê ya doza bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye li Dadgeha Cezayê Giran a Agirî hat vekirin, di 17'ê Mijdarê de pêk hat. Heyeta dadgehê bi piraniya dengan diyar kir ku dirûşma hatiye qîrîn û sirûda hatiye xwendin 'azadiya ramanê ye' û biryara beraeta Ozdemîr da.

Tê gotin ku ev biryar dikare ji gelek dozên bi heman rengî re weke mînak bê nîşandan.