BI DÎMEN

Dîlek Ocalan: Em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime; divê berxwedan bê geşkirin

Civînên ji bo Ocalan ên li Federasyona Rûsyayê dewam dikin. Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan li civîneke ku rayedarên Rûs jî lê amade bû axivî û got, "Fikarên me zêde dibin. Em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime. Divê berxwedan bê geşkirin."

Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê (TJK-Rûsya) civîna xwe ya çaremîn a bi şiyara 'Her tişt ji bo Ocalan' li bajarê Saratovê lidar xist. Civîn li salona şano û sînemayê ya Karl Marx a li navçeya krasnîkûtê pêk hat. Tevî Kurdistaniyên li Krasnîkût û navçeyên derdorê dijîn, Serokê Parlamenta Herêma Saratovê Lûbov Zakora Alexsandrovna, Alîkara Serokê Organîzasyona Hindikahî û Gelan Lîdya Krasnova Sergyevna, siyasetmedar û nivîskar Alexsandr Zûev û gelek dostên Kurdan tevlî bûn.

Civîn ji aliyê çapemeniya Rûs ve jî hat şopandin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, rê û rêbazên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka û dekretina ji nava kaosa li Rojhilata Navîn, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Dîlek Ocalan qala polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li Îmraliyê kir û bal kişand ser şerê li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û berxwedana gel.

'DIVÊ GEL BERXWEDANÊ GEŞ BIKE'

Dîlek Ocalan da zanîn, li dijî polîtîkayên qirkirinê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê berxwedana gel bê geşkirin û got, "Girîng e li her cihî çalakî bên lidarxistin. Tiştekî ku berxwedana gel nikaribe bi ser bixîne, nîne. Ev hêz bi gelê me re heye. Di sala 1999'an de gelê me çawa li ber xwe da, îro jî lazim e bi heman rengî li ber xwe bide. Xwedîderketina li Birêz Ocalan erka însanî û neteweyî ye."

'DIBE KU SIBE GELEKÎ DERENG BE'

Dîlek Ocalan ji Kurdan û dostên Kurdan, hêzên demokratîk xwest, ku berxwedana xwe mezintir bikin û wiha dewam kir: "Dibe ku sibe gelekî dereng be. Dewlet û hikûmeta AKP'ê li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lazim e Kurd hemû nîşan bidin ku bi rûmet û vîna wan nayê lîstin."

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî rewşê rexne kir û destnîşan kir, hêzên bêdeng dimînin, hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê ne.

'EM BI FIKAR IN'

Dîlek Ocalan da zanîn, ev demeke dirêj e ew nikarin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyan bigirin û bal kişand ser fikarên xwe: Di demên bihurî de şîdeta fîzîkî lê kirin. Bi zorê porên wî qusandin. Jehr dan Birêz Ocalan. Fikarên me niha zêdetir bûne. Gelo Rêberê Gelê Kurd di nava kîjan şert û mercan de dijî. Gelo dewlet dîsa jehrê dide, îşkence dike? Em nizanin."

Dîlek Ocalan piştî axaftinê bersiv da pirsan û li ser rewşa parlamenter û hevşaredarên girtî, agahî da.

Piştre siyasetmedar û nivîskar Alexsandr Zûev Pûlatovîç peyivî û diyar kir, ew piştgiriyê didin têkoşîna bi rûmet û mafdar a gelê Kurd. Pûlatovîz anî ziman, ew teoriya şoreşê û sosyalîzmê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi baldarî dişopînin û piştgiriyê didin daxwaza azadiya Ocalan.

Civîn bi qîrîna dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qediya.