Dîe Lînke ji Merkel re got: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkeve
Partiya mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê Dîe Lînke (Partiya Çep) daxuyaniyek weşand û bang li hikûmetê kir ku li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bêdeng nemîne.
Partiya mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê Dîe Lînke (Partiya Çep) daxuyaniyek weşand û bang li hikûmetê kir ku li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bêdeng nemîne.
Dîe Lînke bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, artêşa Tirk ji bo destketiyên Kurdan tine bike dest bi dagirkirina Rojava kiriye. Di daxuyaniyê de polîtîkaya Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karên Deve Fran-Walter Steînmeîer a li ser Tiriyeyê bi tundî hat rexnekirin.
Di daxuyaniya bi îmzeya Cîgirê Serokê Dîe Lînke Tobîas Pfluger de hat gotin, "Divê Merkel û Steînmeîer li pêşberî hewldana artêşa Tirk a li Bakurê Sûriyeyê zêde bêdeng nemînin" û hat bibîrxistin, ku artêşa Tirk êrîşî YPG û QSD'ê dike, ku ev hêz heta roja îro têkoşîna herî bi bandor li dijî DAIŞ'ê meşandine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dagirkeriya artêşa Tirk nefes aniye ber çeteyên DAIŞ'ê û hat gotin, di encama van êrîşên dewleta Tirk de gelek sivîl hatine qetilkirin. Dîe Lînke ev komkujî şermezar kir.
'ÇEKÊN ELMAN JÎ HATIN BIKARANÎN; BILA HEVKARIYA LEŞKERÎ BÊ QEDANDIN'
Dîe Lînke diyar kir, di dagirkirina Cerablûsê de çekên ji Elmanyayê hatine kirîn jî hatine bikaranîn û bêdengiya Elmanyayê ya li pêşberî vê dagirkeriyê rexne kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta Elmanya, bi bêdengiya xwe ya li pêşberî vê operasyona li dijî hiqûqa navneteweyî, di heman demê de dibe hevparê sûcê şer ê li Sûriyeyê tê girankirin."
Di dawiya daxuyaniyê de ji hikûmeta Elmanya hat xwestin, ku hevkariyên leşkerî, polîsî û îstîxbaratî yên Bi Tirkiyeyê re biqedîne.