Dîe Lînke: Despot Erdogan nikare HDP’ê bêdeng bike!

Partiya Çep a Elmanya (Dîe Lînke) operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kir û peyama piştevaniyê da. Dîe Lînke got: “Despot Erdogan nikare HDP’ê bêdeng bike.

Hevserokên Dîe Lînke Brend Rîexînger û Katja Kîppîng nerazîbûn nîşanî êrîşên HDP kirin hedef da û got: “Îro em hîn bûn ku li dijî nûnerên bilind ên HDP’ê pêleke ya destgîrkirinê hatiye destpêkirin. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgîn û parlementerê berê yê HDP’ê Sirri Sûreya Ondar jî di nav de rêveberên HDP’ê jî di nav de 82 kes hatine destgîrkirin.

Ji ber ku ev destgîrkirin hemû rêgezên bilind ên hiqûqê binpê kirine, bi tundî şermezar dikin. Ev destgîrkirin dixwaze partiya muxalîf a demokratîk ku li dijî hikûmeta otorîter a Erdogan derdikevin bêdeng bike. Bang li hikûmeta Elman dikin ku tavilê bikeve tevgerê, daxwaz ji Tirkiyeyê bike ku hemû girtiyên siyasî berdin.

Divê Elmanya hew alîkarî bide Tirkiye ya ku bi domdarî azadiya demokratîk binpê dike. Em piştevaniya xwe bi HDP’ê û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re îlan dikin. Despot Erdogan nikare HDP’ê bêden bike.”