'Dibêjin wê statuyê bidin Malên Cem, ev 16 sal in hûn li ku ne?'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Aydinê bi Elewiyan re rûnişt. Bûldan diyar kir ku AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe û got, "Divê em firsenda 24'ê Hezîranê ji dest nedin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Aydinê bi Elewiyan re rûnişt. Bûldan diyar kir ku AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe û got, "Divê em firsenda 24'ê Hezîranê ji dest nedin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ji bo karê hilbijartinê bike, li navçeya Dîdîm a Aydinê bû. Bûldan tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê bû û piştre çû serdana Mala Cem a Dîdîmê.
'AKP NEMA DIKARE BI RÊ VE BIBE'
Bûldan li Mala Cem axivî û got, "Bi zext û zordariyê hilbijartin danîn ber me. Biryara hilbijartinê nîşan dide ku AKP nema dikare welêt bi rê ve bibe. Ji ber ku nema dikare welêt bi rê ve bibe biryara hilbijartinê da"
Bûldan bal kişand ser zext, zilm, bêhiqûqî, neheqî, êrîşa li ser hemû bawerî, mezheb û nasnameyan ku di nava 16 salên hikumeta AKP'ê de hatin kirin û got, "Eger em komkujiyên Dersim, Çorûm, Mereş, Gaziyê ji bîr bikin bila dilê me pûç bibe. Çawa ku me komkujiya Roboskî ji bîr nekir û nedan jibîrkirin, em ê Dersimê, Çorûmê, Sêwasê, Mereşê jî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."
Eş Genel Başkanımız Pervin Buldan'ın Aydın Didim Cemevi ziyareti. CANLIhttps://t.co/KDNGpdHBSZ
— HDP (@HDPgenelmerkezi) May 29, 2018
'CIVAKA ELEWÎ WEKE GEFEKÊ DIBÎNIN'
Bûldan bi bîr xist ku hemû baweriyên li welêt ji bo bi nasnameyên xwe bijîn demeke dirêj e têdikoşin û got, "Lê belê civaka Elewî timî weke gefekê dîtin. Destûr nedan ku civaka Elewî malên xwe yên cem weke îbadetxaneyê bi kar bînin. Eger li vî welatî mafên Elewiyan nayê qebûlkirin, divê em Sûnî karibin ferexetê bikin ku Elewî jî karibin bi mafên xwe bijîn."
Bûldan diyar kir, rêveberên Tirkiyeyê mafên civaka Elewî talan kirin, ji nedîtî ve hatin û wiha dewam kir: "Ji roja ku em çûne parlamentê û vir ve her hevala/ê me yên parlamenter bi taybetî daxwazên civaka Elewî anîn ziman. Lê belê hikumeta AKP'ê timî mafên civaka Elewî û gelê Kurd red kir.
Niha Erdogan radibe di manîfestoya xwe ya hilbijartinê de dibêje, wê 'statuya hiqûqî' bidin malên cem. Ev 16 sal in hûn li ku ne? 16 sal in we ev civak nedîtin, lê dema hilbijartinê ji bo deng ji Elewiyan bigirin hûn vê mijarê dixin rojevê. Civaka Elewî jî, gelên Tirkiyeyê jî bi vê zanin.
Tu yê mafên civaka Elewî nas bike, mafên gelê Kurd nas bike, mafên jinan nas bike. Ne ku tu yê vê bike. Piştî ku AKP çû em ê bikin. Civaka Elewî wê vê bike, Kurd wê vê bike, jin wê vê bike. Em ji xwe bawer bin, bes e."
Bûldan destnîşan kir ku ji bo vê jî divê ew firsenda 24'ê Hezîranê ji dest nedin û têkoşîna xwe ya wekheviyê bimeşînin. Bûldan got, "27 rojên me hene. Em mal bi mal bigerin, xwe bigihînin her kesî. Bibin can û hevrê ji her kesî re. Bila Xwedê û Xizir alî we bike."