Di zincîra ji mirovan de hikûmeta Tirkiyeyê hat şermezarkirin
Di zincîra ji mirovan de hikûmeta Tirkiyeyê hat şermezarkirin
Di zincîra ji mirovan de hikûmeta Tirkiyeyê hat şermezarkirin
Çalakgerên nobeda berxwedanê, ku ji bo destekdayîna berxwedana Kobanê serê her sibehê berê xwe didin Kobanê û zincîra ji mirovan ava dikin, hikûmeta Tirkiyeyê ya piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin û şervanên YPG û YPJ'ê silav kirin.
Berxwedana bêhampa ya Kobanê di roja 77'an de dewam dike. Berxwedana welatiyên li ser sînor xwedî li berxwedana Kobanê derdikevin jî bê navber didome. Piştî êrîşa duh a çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Tirkiyê ve xwestin êrîşî Kobanê bikin, bi sedan welatî li hemberî êrîşan herikîn ser sînor. Welatiyan heya serê sibehê li ser sînor nobeda berxwedanê girtin zincîra ji mirovan ava kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.
Bi sedan welatiyên tevlî zincîra mirovahiyê bûn, hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Piştî rêzgirtina cangoriyên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Bijî Serok Apo", " Silav hezar silav ji Kobanê re" hate berzkirin.
Li aliyê din şer û pevçûnên duh li Kobanê dest pê kirin heya derengiya şevê dewam kirin. Di dema şer û pevçûnan de welatiyên dengê guleyan dibihîstin bi dirûşmên "Bijî YPG/YPJ'ê" piştevaniya berxwedanê kirin.