Di skandala bertîl û nelirêtiyê de îdiayên balkêş

Di skandala bertîl û nelirêtiyê de îdiayên balkêş

Lingê herî girîng yê operasyona ku Tirkiye hejand Riza Zarrab e û derket holê ku ‘pere revandin û kaçaxvaniya zêran’ dike, her wiha derket holê ku para herî mezin ya ku ruşvet girtiye, yê bi navê A hatiye kodkirin wezîr Zafer Çaglayane.  Yê wek B hatiye kodkirin jî wezîr Muammer Guler, yê bi C hatiye kodkirin Egemen Bagiş e. Wezîrê çaremîn jî Erdogan Bayraktar e.  Ji her sê wezîran yên ku ruşveta herî zêde girtiye Zafer Çaglayane.

Îdiayên ku hikûmeta AKP’ê re rû bi rû ye;

WEZÎR A: ZAFER ÇAGLAYAN

-36 mîlyon Euro, 3,5 mîlyon dolar û 4 mîlyon lîra bi giştî 103 mîlyan dolar bertîl girtiye.

-Wezîr Çaglayan bertîl ku girtiye gihandiye kurê xwe.

-Saetên luks û mucehverên bi talîmata Çaglayan hatin girtin, pereyê wî ji aliyê Riza Zarrab ve 200 hezar û Euro û 5 mîlyon 426 hezar û 761  dolar  hat dayîn.

-Wezîr Çaglayan 20 mîlyon lîre bertîl girt.

-Wezîr C: Wezîr Bagiş jî  mîlyon TL bertîl girt.

-Midûrê Bankaya Halkê Suleyman Aslan 16 mîlyon lîre bertîl girt.

-Bi giştî 139 mîlyon lîre bertîl hat dayîn.

-Wezîr A., Suleyman Aslan û Riza Zarrab der barê transferkirina pereyan a bankaya Halkê de li otelên luks civîn pêk anîn.

WEZÎR B: MUAMMER GULER

-Riza Zarrab ku di burokrasiyê de rastî gelek zehmetiyan hat, wezîr Muammer Guler ji bo bertîlê daxwaza wî anî cih.

- Daxwazên Zarrab kurê wezîr Guler, Bariş Guler şopand û encamên wê gihand Zarrab.

-Bariş Guler ji bo ku têkiliya xwe ya bertîlê veşêre, bi Zarrab re peymana şêwirmendiyê îmze kir. Ji bo girtina şêwirmendiyê jî bi 720 hezar dolarî lihevkirin.

-Ruşveta ku teslîmê Wezîr Guler hatiye kirin jî 20 mîlyon 500 hezar lîre ye.

WEZÎR C: EGEMEN BAGIŞ

Wezîr Egemen Bagiş kar û barên burokratîk yên Zarrab şopand. Li dijî vê 3 mîlyon lîre bertîl girt.

RIZA ZARRAB :

-Kesê ku çeteyê navendî yê operayonê bi rêve dibe ye.

 - Polîsan Reza Zarrab ji nêzve şopandin û hat tespîtkirin ku îxracata bê usul ya zêran kiriye û li ser hilberînên cuda îxracata xeyalî kiriye.

-Lêpirsîna der barê rêxistina sûc ya rêveberiya wê Zarrab dikir, di sala 2008’an de  bi  di rapora pereyê reş a MASAK’ê amadekiriye de Zarrab di nava gumanbaran de cih girt. Di 2012’an de jî ev veguherî xebateke edlî.

-Rêxistinê bi du rêbazan transfera pereyan pêk anî. Rêbaza yekemîn bi bavulê transferiya pereyan, ya duyemîn jî hewaleyên ji Bankaya Halkê hatine kirin.

-Rêbaza Bavulê: Di sala 2011’an de ji Tirkiyeyê bi bavullan bi riya îllegal hewl hat dayîn ku 150 mîlyon dolar bigihînin Rusyayê lê hate girtin.

-Piştî bavul tên desteserkirin, bi organîzeya wezîr Zafer Çaglayan ji Bankaya Halkê, bo Îranê bi ruşvetê, pereyên mezin tên transferkirin.

-Bi giştî 10 mîlyar dolar pere bo Îranê hatiye hewalekirin.

- Di dema vê transferê de ji bo Wezîr Çaglayan ji hezarî 3-4 bertîl hatiye dayîn. Midûrê Bankaya Gel Suleylman Aslan jî bertîl girt. Ji bo Çaglayan 103 mîlyon Tl, ji bo midûrê bankaya Gel jî 16 mîlyon Tl bertîl hat dayîn.

-Zarrab dîsa 1,5 ton zêr bi dayîna bertîl derxist derveyê welat.

-Hinek kes jî bi dayîna ruşvetê derbasî welatîbûna Tirkiyê kir.

-Ligel ku bankaya Halkê û welat di rewşeke zehmet de hiştiye, bi bertîlê karê xwe pêk anî.

-Ji bo projeyeke otelê, ji bo krediya 42 mîlyon dolarî ku dê ji Bankaya Halkê bikişanda,  500 hezar dolar bertîl da Suleyman Aslan.

-Nelirêtiyên ku Zarrab kiriye, xebatkarekî wî hat şaxa maliyê û vegot.

-Îdiayên der barê Zarrab de berê jî hatibûn rojevê.

ZÊR ÇAWA HATIN REVANDIN

-Di 1’ê Çileyê 2013’an de  balafira aydê ULS bû ku daket balafirgeha Ataturkê têde 1,5 ton zêr hat dîtin.

-Derket holê ku endamên çeteyan diyar kiriye ku zêr ji aliyê şîrketa Omanye Golk Mînîng ya Ganayê 500 kîloyê wê şandine ji Şîrketa Madenên bi Nirx û Dovîza Zelal a li Balafirgeha Sabîha Gokçen û yê din jî dê bişandina şîrketa Sorînet Holdînd ya li Îranê.

-Ji bo têketina kargoyê ya tu belge nehatin amadekirin.

-Dema ku 1,5 ton zêr ket Tirkiyê, rayedar ji endamên çeteyan şik girtin û balafir mohr kirin.

-Riza Zarrab bi wezîr Zafer Çaglayan re ket îrtîbatê.

-Piştî ku Çaglayan ket dewrê, daxwaznameyeke duyemîn hat xwestin.

-Tirkiye  ji dewrê hat derxistin û guherînên wekê ku bila biçe Dubaiyê hat kirin.

-Rayedarên ku balafir mohr kirin, diyar kirin ku kargo zêre û navnîşana ku bigire jî Tirkiyeye, hat gotin ku bi ewraqên kêm hewl hatiye dayîn ku bişînin Tirkiyê.

-Di kaseyên ku zêr têde hebûn de agahiyên kunyeya şîrketa navê Master Turîzm a li Beylîkduzu nivîsandibû.

-Ev zêrana,  di 18’ê Çile de bi ewraqên sexte şandin Dubaiyê.

-Wezîr Çaglayan jî piştî zêr ji Tirkiyê derketin, 1,5 mîlyon bertîl girtiye.

GELO DÊ KURÊ ERDOGAN JÎ TEVLI LÊPIRSÎNÊ BIKIN?

Mustafa Demîr jî ji  qadên sît yê şaredariya Fatîhê ku bi hêza wezîr ji îmar û înşatê re hatiye vekirin, berpirsyar tê dîtin.

Kurê Erdogan, Bîlal Erdogan bixwe jî ku endamê Lijneya Rêveberiya TURGEV’ê ye ji bo wê li qada sîtê ji bo xwendekaran yurd bi giştî bi butçeya şaredariyê çê kir û  meha borî wek ji bo 25 salan bê pere tahsîs kiribû.

Di nava endamên lijneya rêveberiya Weqfê Mustafa Demîr jî heye.