Di şeva piştgiriya Efrînê de Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê bi tevlêbûna bi sedan Kurdistaniyan û dostên wan şeva ji bo piştgiriya Efrînê hate lidarxistin. Di şevê de salvegera PKK’ê, Cejna Vejînê jî hate pîrozkirin. 

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê bi tevlêbûna bi sedan Kurdistaniyan û dostên wan şeva ji bo piştgiriya Efrînê hate lidarxistin. Di şevê de Cejna Vejînê hate pîrozkirin. 

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Feysel Saka û Emîne Aç axivîn. Saka di axaftina xwe de bang li Kurdistaniyên li Ewrûpa kir ku bila xwedî li Berxwedana Rojava û Efrînê derkevin.

Di şevê de li ser navê Meclîsa Jinan a Aûrchê Heval Esret axivî û ev şev pîroz kir. Piştre hunermend Binevş derket ser dike û bi stranên şoreşgerî coşeke mezin da gel.

Li ser navê Komîteya Rêxistina PYD’ê ya herêma Oldenbûrgê Mûhammed Fesîh biryara Emerîkayê ya li ser girtina rêveberên PKK’ê şermezar kir û got ku “Divê dijminên me bizanibin ku em bi hêz in û em ê yekîtiya Kurdan xurttir bikin.”

Di şevê de siyasetmedar Îsmet Kem jî diyar kir ku her sal di dîroka PKK’ê de destanên qehremaniyê tên nivîsandin û Rêber Apo ev dîrok neqişandiye. Kem bal kişand ser vî tiştî ku bi saya PKK’ê îro her çar parçeyên Kurdistanê di nav yekîtiyê de ne.

Şeva piştgiriyê bi stranên Eylem Dêrikî û bi sloganan bi dawî bû.