Di rûniştinê de lêdana parêzer li gorî qanûnê ye!
Di rûniştinê de lêdana parêzer li gorî qanûnê ye!
Di rûniştinê de lêdana parêzer li gorî qanûnê ye!
Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran, di rûniştina Doza Bingehîn a Stenbolê ya 'KCK'ê de, êrîşa jendermeyan a li dijî parêzerên di salonê de, lêdan û derxistina parêzer Ercan Kanar ji salona rûniştinê, li gorî qanûnan dît. Desteyê pêwistî bi lêpirsîn û nirxandina giliyê der heqê dadgeran de hat kirin, nedît.
Di Doza Bingehîn a Stenbolê ya 'KCK'ê de ku 124 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd tê darizandin, rûniştina 1'ê Cotmeha sala 2012'an gelekî tengezar derbas bûbû.
Wê rojê, Serokê 15. Dadgeha Cezasyê Giran a Stenbolê Alî Alçik, beriya parêzer mafê axaftinê werbigire diyar kir ku wê mafê axaftinê yê devkî neyê dayîn, divê bi nivîskî were ragihandin.
Li ser vê yekê parêzer Ercan Kanar da xuyakirin ku pêwîste mafê axaftina devkî teqez bê dayîn, ji ber ku di darizandina ceza de ya bingehîn nîqaş e. Kanar diyar kir ku di rewşeke berevajî de ev yek dê veguhere dadgehên engîzîsyonê û mafê parastinê dê gelekî kêm bimîne.
Serokê Dadgehê xwest siyasetmedarê Kurd Aslan Îşçîoglû yê parastin dikir, bi zora leşkeran ji rûniştina dozê were derxistin.
Parêzer Ercan Kanar anî ziman ku bi vê biryarê re mafê parastinê hatiye astengkirin û li ser vê yekê Serokê Dadgehê bi îdîaya "Bi israr dipeyive û sîstema dadgehê têk dibe" biryar da Kanar ji rûniştinê derxîne.
PARÊZERAN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIRIN
Parêzerên li dijî biryarê derketin, li salona rûniştina dozê çalakiya rûniştinê kirin. Jendermeyan destpêkê êrîşî parêzer Ercan Kanar û dûre jî êrîşî hemû parêzeran kirin û ew derxistin derveyî salonê. Parêzerên destwerdana jendermeyan protesto kirin, tev li rûniştina wê rojê nebûn. Ji ber ku Serokê Dadgehê temaşevan jî derxist derveyî salonê, rûniştinê bêyî parêzer û temaşevan dewam kir.
Parêzeran li ser vê yekê li Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran giliyê Serokê Dadgehê Alî Alçik, dadgerên endam Kazimİ Kahyaoglû û Alpaslan Ûz kirin.
Desteya ku serlêdan nirxand, derxistina parêzeran bi zora jendermeyan ji salona rûniştinê û ji holêrakirina mafê parastinê weke rewşeke li derveyî qanûnan nedît û pêwîstî nedît ku serlêdana gilîkirinê binirxîne.
MAFÊ TEQDÎRÊ YÊ DADGER!
Li gorî Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran, tevahiya tiştên roja 1'ê Cotmehê li salona rûniştina li Sîlîvriyê rû da, li gorî qanûnan e. Êrîşa li dijî parêzeran di çarçoveya "mafê teqdîr û erka dadgeriyê ya dadger" de ye. Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran biryar da ku dadgerên 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, wezîfeyên xwe ji bo nebaşiyê bikar neanîne.
Dadger wê ji Daîreya Sêyemîn a Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran bixwaze, daxwaza wan ji nû ve bê nirxandin.