Di roja dawî ya 2012'an de jî hevdîtina Ocalan hate astengkirin

Di roja dawî ya 2012'an de jî hevdîtina Ocalan hate astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li dozgeriyê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye destûr nedan parêzeran.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Ayşe Acînîklî, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.

Serlêdana parêzeran ku lazim bû duh serî lê bidana û ji ber destûra sersalê îro pêk anîn, rastî astengiyê hat. Dozeriyê bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Parêzer 523 rojin nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevditin pêk bînin.

Parêzeran heta niha ji bo hevdîtinê 146 caran serî li dozgeran da, lê her tim bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye hatin astengkirin.