Di roja 290 a çalakiya Yukselê de êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
Li ser Rêya Yukselê ku çalakiya 'karê xwe dixwazim' di roja 290'an de polîsan bi guleyên plastîk û ava îsotê êrîş kir, 4 kes hate binçavkirin.
Li ser Rêya Yukselê ku çalakiya 'karê xwe dixwazim' di roja 290'an de polîsan bi guleyên plastîk û ava îsotê êrîş kir, 4 kes hate binçavkirin.
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ), Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji kar hatîbûn avêtin û çalakiya greva birçîbûnê bêyî ku bi îradeya wan biribûn Nexweşxaneya Girtîgehê ya Sincanê di roja 170'î de didome. Ji bo piştgirîdayîna Gulmen û Ozakça û kedkarên ku dixwazin bizivirin li ser karê xwe çalakiya ku li Rêya Yukselê ya 'Karê xwe dixwazim' di roja 290'an de dewam dike.
Di roja 290'an de çalakgerên ku li Kolana Konûr li hev civiyan û dixwestin li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan a li Rêya Yukselê daxuyanî bidin, ji aliyê polîsan ve destûr nehate dayîn. Polîsan bi guleyên plastîk û ava îsotê mûdaxaleyî çalakgeran kir. Polîsên ku bi awayekî hişk êrîşî çalakgeran kir, çalakgerên bi navê Îlker Işik, Mehmt Dersûlû, Fûlya Demîr û Arda Tûran binçavkir.