Di rêya çiyê de nîşeyên ji Başûrê Kurdistanê – 1

Piştî  ku du rayedarên MÎT’ê ji hêla gerîlayan ve bi operasyoneke taybet hatine girtin dewleta Tirk şok bûye. Dewleta Tirk ji vê YNK berpirs dîtiye û pêkirinan li ser YNK’ê dike.

Li Başûrê Kurdistanê li ser rêya çiyê me. Rojên dawî yên Tebaxê ne..Em dikin ku bikevin demsala herî xweş a çiyayên Kurdistanê, payizê. Dinya hê jî germ e. Hênikahiya çiyê li rex bajarên Başûr e. Ji balafirê dema ku li çiyayên Kurdistanê dinerim ji hin herêman dûxan bilind dibe. Bi encama bombekirinên balafirên şer ên Tirk li ser xeta sînor daristan dişewitin. Piştre çemên Kurdistanê yê ku ji geliyan diherikin, çiya û bajar..

Wiha em xwe li Başûrê Kurdistanê dibînin. Li cihê ku germahiya çolê û hênikahiya çiyê digihine hev hilm li mirov diçike. Her tişt germ e. Wiha germ e ku dikare her tiştê hişk bihelîne. Çawa ku ji balafirê dadikevim li derdora xwe dinerim. Piştî pêşwazîkirineke jidil, piştî ku li hal û hewala hev pirsînê gotin tê ser siyasetê. Ev der naverasta Rojhilata Navîn e. Sûrî, Iraq, Tirkiye, Îran, Siûdî, Qetar, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî û helbet Kurdistan.. Cografyayeke wiha ku her kêlî teşe û naverok  dibe ku biguhere…Mekanê gelemşeyan ku hêzên global bi sedan sal in nekarîn ji nav derkevin.

Li herêma ku siyaseta dinyayê û rojeva siyasî, şer û pevçûn herî pir têkiliî hev bûne nivîsandin, şîrove û analîz karekî pir dijwar e.

Me gotibû, rojev giran e. Em bi kê re biaxivin, babet Operasyona Mûsil-Telaferê, ragihandina xweseriya demokratîk a Şengalê, Operasyona Reqa, ‘referandûma serxwebûnê’ ya Başûrê Kurdistanê, krîza aborî û siyasî, şer û berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, hevdîtinên Îran û Tirkiyê,li  Başûrê Kurdistanê operasyonên bi ser hêzên taybet ên Tirk û endamên MÎT’ê de…

Li Silêmanî, bi kîjan esnaf, kardar, dîplomat û nûçegihanî re biaxivî mijareke nûçe û nivîsê heye. Dibêjim ez hemûyan li cem xwe binivîsim û divê ji deverekê dest pê bikim û pêşî dixwazim nîşeyên xwe û çavdêriyên xwe bi we re par ve bikim,

OPERASYONA MÛSIL-TELAFARÊ Û REFERANDÛM

-Operasyona Mûsil-Telaferê li Iraqê ji bo paqijkirina DAIŞ’ê gaveke girîng e. Lê tê gotin meseleya esasî ew e ku Îran li Rojhilatê Sûriyêû bi giştî li Sûriyê hêza xwe bi van pêngavan xurt dike. Lê ku wiha biçe deriyê nû yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Iraqê vedibin, wê li herêmê ji hêla siyasî û aborî ve rê li ber encamên mezin veke. Polîtîkaya  PDK’ê ya li ser Rojava, ya di bin nîrê Tirkiyê de jî wê derbeke mezin bixwe. Dibe ku ambargoya li ser Bakurê Sûriyê bi asta herêmî bişike..

-Li Şengalê ragihandina Xweseriya Demokratîk, di navbera Iraq û Kurdistanê de wê têkiliyeke nû ya hiqûqî bi xwe re bîne û ji bo vê jî girîng e. Her wiha di nîqaşên referandûmê yên Başûrê Kurdistanê de di polîtîkayên Kurdistanî û xebatê yekîtiya netewî de ji bo çareserkirina arîşeyên di bin navê Şengalê de jî zemînekê çêdike.

-Di xebatên yekîtiya netewî de KCK û KNK’ê xebateke zêde dikin. Atmosfereke cuda, ji bo ku têkiliyên jidil çêbibin û di navbera rêxistinên Kurd de hiqûqa yekîtiyê çêbibe gav têne avêtin. Di xebatên yekîtiyê de ku her kes bi pêşdaraz e, zemîneke demokratîk ku her kes dikare tevlê bibe tê çêkirin. Dema ku çavê we li ser xebatên yekîtiya netewî ye, ez dibêjim vê ji geşedanên Reqa, Şengal û Mûsilê cuda nefikirin.

-Li Başûrê Kurdistanê li ber krîza aborî û siyasî referandûma serxwebûnê…Rojeva herî girîng e. Her kes ji hêla xwe ve dinere. Gotina ti kesî li dijî Serxwebûna Kurdistanê, li dijî Kurdistanîbûnê nîn e. Lê her kes bi guman nêzî wan kesan dibe kum eseleyên netewî ji bo berjewendiya şexsî û siyasî bi kar tînin. Mînak PDK -Barzanî yên ku bi salan e parlamentoya Herêma Kurdistanê nacivînin, nahêlin serokê parlamentoyê bikeve Hewlêrê, ji bo ku bi lezginî referandûm taloq bibe ji YNK’ê û Goran xwestiye ku bi lezginî bang bikin lê Goran ev bi xweşî pêşwazî nekiriye. Goran dibêje, ‘’pêşî werin em hilbijartinên Seroktiyê nîqaş bikin’. Di vê rewşê de jî PDK xwe bêdeng dike. Lê her wiha fikra ku divê bi bertengî û xwecihî nêzîkatî li referandûmê neyê kirin jî heye. Lê têkiliyên Iraq û Kurdistanê, dewletên herêmê û destwerdana hêzên global ên li vê pêvajoyê dibe ku geşedanên seyr bi xwe re bîne. Tirkiye û Îran di vê mijarê kêferateke cuda dikin û dibe ku rojevên cuda jî çêbibin.

ENDAMÊN MÎTÊ BI OPERASYONEKE TAYBET HATIN GIRTN

-Û niha jî em werin mijara herî germ a rojevê. Van rojan, li Başûrê Kurdistanê ‘operayonên taybet’ ên dewleta Tirk ên bi ser gerîla de pir di rojevê de ye. Lê rewşeke berevajî li holê ye. Dewleta Tirk ku nekarî li çiya û bajaran serî li berxwedêran bitewîne, bi ‘operasyonên niqteyan’ dixwaze şerê psîkolojîk geş bike û ser têkçûna xwe bigire. Lê rewş hîç bi dilê dewleta Tirk nabe, wê nebe jî. 

Piştî ku du peywirdarên MÎT’ê ji hêla gerîlayan ve bi operasyoneke tayet hatin girtin dewleta Tirk şok bûye, dewleta Tirk ji vê YNK’ê berpirs dibîne û li ser pêkirinan dike. Lê ji roja ku bûyer çêbûye û heta niha dewleta Tirk dîplomasiyeke veşartî dike. Ew qas leşker û polîs bi mehan e di destê gerîlayan de êsîr in û dewleta Tirk guh nade malbatên polîs û leşkeran û rêxistinên civaka sivîl. Ew leşker û polîsan di ser guhê xwe re davêje. Her roj bi dehan leşeker têne kuştin, nabe nûçe jî. Lê ji hêla PKK’ê ve girtiyan van du endamên MÎT’ê dibe ku dewleta Tirk bêhteng kiribe! Bersiva pirsê pir zelal e. Naxwe ev du endamên MÎT’ê payebilind in û bi gelek tiştan zanin.Û îhtîmala ku ew axivîbin Hakan Fîdan û Tayyîp Erdogan ditirsînin. Û ku mirov li daxuyaniyên rayedarên KCK’ê yên ji bo çapemeniyê binere, dibe ku ‘xwendibin’. Dewleta Tirk ji bo van du rayedarên MÎT’ê hatine Hewlêrê, Wezîrê Karê  Derve û musteşarê MÎT’ê ji tirsa ji otêlê derneketine, ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk têkçûneke cuda ya leşkerî, dîplomastîk û siyasî dijî. Derbarê vê mijarê agahiyên kûrtir û taybet rojên pêş me wê diyar bibin.

Rastiyek heye ku tomariyên sîxur, çete û tetîkêşên dewleta Tirk ku şandine Ewropayê û Başûrê Kurdistanê zû bi dest dikevin. Êdî Tayyîp Erdogan û tîma wî ku bi nûçeyên kelevajî têkçûna xwe vedişêrin bila li ser van îxtîmalan bifikirin.

Ha..me gotibû em li ser rêya çiyê ne. Em ji niha ve dikarin bibêjin ku agahî û hîsa li çiyê ji yên bajêr pir xurtir in. Tiştên wiha yên ku dewlet vedişêre, bi hezaran hetîketî hene. Di nivîsên dî de hetîketiyên Suleyman Soylu, Hakan Fîdan, TSK’ê, hêzên taybet ên Tirk, qereqolan wê werin nivîsandin…