Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di encama komployeke navneteweyî de roja 15’ê sibata 1999’ê li Kenyayê hate girtin û radestê Tirkiyeyê hate kirin û li Girtîgeha Yekkesî ya Îmraliyî ya Xwedî Ewlekariyek Xurt hate bicihkirin û ji wê rojê heta niha, ango di 14 salên xwe de qet dest ji xebatên xwe yên ji bo aşitiyê berneda. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran bi dewletê re hevdîtin pêk anî. Herî dawî, Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê tu daxuyaniyek nehate dayin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 9’ê cotmeha 1998 di encama komployeke navneteweyî de ji Sûriyeyê derket û 15’ê sibata 1999’ê li Kenyayê hate girtin û radestê Tirkiyeyê hate kirin. Ji wê rojê ve ango ev 14 sal in di Girava Îmraliyê de tê ragirtin. Li gel hemû zext, tecrîd û pêkanên dewleta Tirk heta niha qet dest ji xebatên xwe yên ji bo aşitiyê bernedaye. Ocalan li vir gelek caran hiştiye ku agirbest pêk bê û ji pêşketina aşitiyê 17 caran bi heyetên dewletê re hevdîtin pêk aniye. Beriya vê pêvajoyê jî PKK’ê gelek caran agirbest îlan kir û di van pêvajoyên agirbestê de êrîşên dijwar li hemberî Ocalan û PKK’ê pêk hatin. Di dema agirbesta 1995’ê de li hemberî Ocalan hewldana sûîqestekê pêk hat. Serokê Daîreya Koordînatoriya MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur ku ji doza Ergenekonê tê darizandin, li xwe mikûr hat ku dewletê xwestiye bi tonek teqemeniya C4 li hemberî Ocalan sûîqestekê pêk bîne. Ev hewldana sûîqestê bibû sedema bidawîbûna agirbesta duwemîn.
AGIRBEST Û BIRYARA VEKIŞÎNÊ
Roja 29’ê tebaxa 1998’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi telefonê beşdarî MED TV bû û ragihand ku ew ji 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê ve agirbest radigihînin. Piştî wê komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan kete dewrê. Abdullah Ocalan roja 9’ê cotmeha 1998 di encama komployeke navneteweyî de ji Sûriyeyê derket û 15’ê sibata 1999’ê li Kenyayê hate girtin û radestê Tirkiyeyê hate kirin. Ji wê rojê ve ango ev 14 sal in di Girava Îmraliyê de tê ragirtin. Ocalan di dema darizandinê de ragihand ku ew li şûna “Kurdistana Serbixwe”, “Komara Demokratîk” dixwazin û got ku ev yek guhertinek a stratejîk e. Ocalan roja 2’yê tebaxa 1999’ê jî ferman da PKK’ê ku hêzên xwe derxîne ji derveyê sînorên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û agirbesteke bênavber rabigihîne. Piştre PKK’ê hêzên xwe vekişand, di dema vekişînê de artêşa Tirk gelek kemîn danîn û di encamê de gelek gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
KOMÊN AŞITIYÊ
Ocalan 2’yê Tebaxa 1999’ê ji bo nîşandana niyeta baş a ragihandina agirbestê, bang kir ku komên aşitiyê bên Tirkiyeyê. Piştre yek ji Qendîlê û yek jî ji Ewropayê du komên aşitiyê hatin Tikriyeyê. Koma aşitiyê ya ji 8 kesan pêk dihat, roja 1’ê cotmeha 1999 ji Qendîlê hat û ya din jî ya 8 kes 29’ê cotmehat 1999 ji Ewropayê hat. Ev agirbest heta 2004 berdewam kir û piştî ku dewletê tu pêngavek neavêt, agirbest roja 1’ê hezîrana 2004 hate xirabkirin. Piştî vê pêvajoyê hukûmeta AKP’ê dest bi şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
OPERASYONÊN KCK’Ê Û PÊŞÎLÊVEKIRIN
Piştî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul got “Tiştên baş dê biqewimin”, Serokê DYA’yÊ Barack Obama hate Tirkiyeyê û hukûmeta AKP’ê projeya xwe ya “pêşîlêvekirina Kurd” bi Obama re parve kir. Piştî vê “pêşîlêvekirinê”, hukûmeta Tirk dest bi operasyonên qirkirina siyasî yên “KCK”ê yên li hemberî siyaseta Kurdan kir. 14’ê nîsana 2009, operasyonên qirkirina siyasî hatin destpêkirin, partiya Kurdan DTP hate girtin û li şûna wê BDP vebû, li hemberî BDPê jî operasyon berdewam kirin û gelek şaredar, rêveber, parlementer, jin, xwendekar, ciwan, sendîkavan, mafparêz û bi hezaran kes hatin girtin.
Operasyonên di bin navê KCK’ê de bênavber berdewam dikin. Ji bo veşartina van operasyonan rayedarên hukûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Abdullah Gul dest bi daxuyaniyan kirin. Gul 9’ê gulana 2009 dema diçû Pragê got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd 2009 firsendeke dîrokî ye”. Gul 15’ê gulana 2009 çû serdana Sûriyeyê û got: “Pêşîlêvekirina Kurd hevkariya saziyan e.”
NEXŞERÊ
Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Wezîrê Navxweyî Tirk ê wê demê Beşîr Atalay weke “Koordînatora Pêşîlêvekirina Kurd” hate peywirdarkirin û gelek hevdîtin pêk anî. Roja 5’ê tebaxa 2009 Erdogan bi Ahmet Turk de derbarê “Pêşîlêvekirina Kurd” de hevdîtin pêk anî. Li gel vê pêvajoyê Rêberê GelÊ kurd Abdullah Ocalan Nexşerêyek ji 156 rûpelan amade kir û 15’ê tebaxê 2009 radestê rêveberiya girtîgehê kir. Lê ev Nexşerêya Çareseriyê piştî salek û nîv gihişt ber destê raya giştî. Ocalan 2’yê tebaxa 2009 gotibû ku ew ê xwe vebikişîne û ev daxuyanî dabû: "Piştî ku min 15’ê tebaxê nexşerê pêşkêşê kir, ez ê xwe vebikişînim. Êdî dê gelê Kurd bi xwe biryar ji bo çareseriyê bide, PKK dê biryara xwe bide, DTP dê biryara xwe bide, gelê Kurd dê biryara xwe bide. Her kes dê bi xwe biryara xwe bide. Ez nikarim li vir biryarek derbarê kesên li serê çiyê de bidim. Li wir yê ku her roj eziyetê dikişîne. Her kom û her kes dê bi xwe biryara xwe bide. Nabe ez j îdi van şert û mercan de tiştek bibêjim. 40 hezar şehîdên Krudan hene. Nirxên wan hene. Mexdûriyeteke mezin heye. Kurd dê bi xwe biryara xwe bidin."
KOMÊN DUWEMÎN ÊN AŞITIYÊ
Ocalan piştî vê ragihand ku “di siyaseta demokratîk de xetimînek cidî heye” û ji bo pêşîlêvekirina pêvajoyê bang kir ku “Komên Aşitiyê” bên Tirkiyeyê. Piştî banga Oalan, 19’ê cotmeha 2009 du komên ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat ji Mexmûr û Qendîlê hatin Tirkiyeyê. Komên Aşitiyê di deriyê Xabûr ê Silopî re derbas bûn. Hukûmetê roja destpêkê hatina komê bi awayek erênî nirxand lê di careke de helwesta xwe guhert. Piştre jî koma aşitiyê ya ku dê ji Ewropayê bihata hate betalkirin. Endamên komê serbest hatin berdan, lê paşê doz derbarê wan de hatin vekirin û hatin girtin.
HEVDÎTINÊN OCALAN Û HEYETA DEWLETÊ DEST PÊ DIKIN
Li aliyekê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dest pê kir, lê li aliyeke din Ocalan di hewldanên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de berdewam kir. Di navbera salên 2008-2010 de hevdîtinên bi Ocalan re 66 caran hate astenkirin. Piştî ku Hakan Fîdan bû Musteşarê Giştî yê MÎT’ê hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de dest pê kirin. Ocalan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Kurdan û îşaret bi 31’ê gulan 2010 kir û got: “Ev pêvajo berdewam bike çi ye, ne feydeya wê heye, ne jî şert û mercên wê hene. Ez ê ji 31’ê gulanê û şûnde veibikişim.” Ocalan da zanîn ku ev ne banga şer e, lê êdî berpirsyartî dikeve ser milê KCK’ê. KCK’ê 13’yê tebaxê agirbest îlan kir û heta 20’ê berdewam kir. Roja 16’ê îlona 2010 li gundî Peyanisê komkujiyek pêk hat û di encama teqîna mayina li ber munîbusê hatibû danîn de 9 kesên sivîl jiyana xwe xwe ji dest dan. Ocalan bal kişand ser rastîhevhatina hevdîtina wî ya bi heyetê re û komkujiyê. Ocalan ev peyam dabû: “Ev teqîna ku pêk hat bombe xist binê hevdîtinan. Ev hevdîtin pir baş bûn, em bi hêvî bûn.”
HEVDÎTINÊN JI BO PROTOKOLAN
Ocalan derbarê heyeta ku pê re hevdîtin çêkiriye û protokloên pêşkêşî Qendîlê kiriye de ev got: “Heyeta ku b imin re hevdîtin pêk anî û protokolên ku beriya hînga jî min pêşkêşî wan kiribû dixwazim van bînim zimên. Derbarê protokolan de di raya giştî de şaşiyek û şaştêgihîştinek heye. Karayilan jî qal kiribû. Wekî raya giştî şaş fêm kiriye protokol ji aliyê me û dewletê ve nehatine îmzekirin. Di Vê mijarê de şaşfêmkirinek heye. Protokol ne metnên îmzekirî ne tenê yên li ser mijarekê ku bo çareseriyê mirov li ser mûtabik dibin in. Protokol rêveker in, yên çareseriya dfigihîne û derbarê çareseriyê de bi dewletê re tiştên ku em ê li ser li hev bikin din ava xwe de dihewînin û metnên çareseriyê ne, protokolên çareseriyê ne. Protokol derbarê pêngavên şênber ên ku em ê di rojên pêş de bavêjin de ne. Mijara îmzekirina protokolan li holê nîn e. em hê nehatine wê merheleyê. Hê bi heyetan re li ser protokolan hevdîtin û xebat didomin, li ser tên xebitîn.”
MUTABEQEYA KONSEYA AŞITIYÊ
Ocalan di hevdîtina xwe ya heftane ku 6’ê tîrmeha 2011’ê pêk hat de derbarê hevdîtinên li Îmraliyê berdewam dikirin, protokolên berê pêşkêşê hukûmetê kiribû, dîroka 15’ê tîrmehê û Partiya Sîwan de daxuyaniyên girîng dan. Ocalan derbarê heyeta ku pê re hevdîtin çêkiriye û protokloên pêşkêşî Qandîlê kiriye de ev got: “Heyeta ku b imin re hevdîtin pêk anî û protokolên ku beriya hînga jî min pêşkêşî wan kiribû dixwazim van bînim zimên. Derbarê protokolan de di raya giştî de şaşiyek û şaştêgihîştinek heye. Karayilan jî qal kiribû. Wekî raya giştî şaş fêm kiriye protokol ji aliyê me û dewletê ve nehatine îmzekirin. Di Vê mijarê de şaşfêmkirinek heye. Protokol ne metnên îmzekirî ne tenê yên li ser mijarekê ku bo çareseriyê mirov li ser mûtabik dibin in. Protokol rêveker in, yên çareseriya dfigihîne û derbarê çareseriyê de bi dewletê re tiştên ku em ê li ser li hev bikin din ava xwe de dihewînin û metnên çareseriyê ne, protokolên çareseriyê ne. Protokol derbarê pêngavên şênber ên ku em ê di rojên pêş de bavêjin de ne. Mijara îmzekirina protokolan li holê nîn e. em hê nehatine wê merheleyê. Hê bi heyetan re li ser protokolan hevdîtin û xebat didomin, li ser tên xebitîn.”
Ocalan, ji bo daxuyaniyên xwe yên ku berê jî anîbû zimên ji bo 15’ê Tîrmehê got, “Êdî tu hukmê û wateya 15’ê Tîrmehê nemaye. 15’ê Tîrmehê ku me berê qal kiribû bila şaş neyê fêmkirin. 15’ê Tîrmehê ew bû ku dîroka hevdîtina me ya ligel heyetê nêzî 15’ê Tîrmehê bû lewma. Jixwe hevdîtina me ya bi heyetê re zûtir çêbû. Ji bo min a bingehîn hevdîtin bû ne 15’ê Tîrmehê. Ji ber ku me ev hevdîtin pêk aniye êdî tu hukmê û wateya 15’ê Tîrmehê ji bo min nemaye.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku di hevdîtina dawî ya bi heyetê re ji bo avakirina Konseya Aştiyê gihiştine mûteqabatê. Di vî warî de Ocalan wiha axivî: “Di hevdîtina me ya dawî ya îro bi heyetê re lihevhatina me ya herî girîng û gava pratîk a divê bê avêtin, çêkirin û damezrandina Konseya Aştiyê bû. Ji bo damezrandina Konseya Aştiyê em bi heyetê re gihiştin mûtabaqatê. Jixwe ev yek di protokolan de cih digire. Damezrandina Konseya Aştiyê, gava pêwîst û ya dê bê avêtin gava herî girîng a şênber (bervbiçav) e. Divê mîsoger Konseya Aştiyê bê damezrandin. Konseya Aştiyê dê tenê saziyeke fermî ya dewletê be, ne jî tenê saziyeke (organeke) sivîl be. Konseya Aştiyê dê ji bo hewldanên aştiyê, pêkanîna aştiyê û çareseriyê bixebite. Divê Konseya Aştiyê di hundirê mehekê de yan jî di demeke kurtir (maweyeke kintir) de bê damezrandin.”
JI OCALAN BO MECLÎSÊ BANGAWAZÎ
Hukûmeta AKP’ê di hilbijaritnên giştî yên 2011 de ji sedî 50’yê dengan wergirt û careke din desthilatiya xwe xurt kir. Li hemberî vê yekê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ji hêzên siyasî yên Kurd û demokratîk pêk dihat 36 parlementer hilbijartin. Piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartinan de, Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) parlementeriya Hatîp Dîcle betal kir û daxwazên ji bo serbestberdana parlementerên BDP’ê yên girtî Kemal Aktaş, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Gulser Yildirim, û Îbhraîm Ayhan red kir. Erdogan di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de behsa makeqanûna nû kir, lê qet behsa pirsgirêka Kurd nekir, bi vî awayî serbestbernedana parlementerên BDP’ê rê li ber krîzeke nû vekir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 6’ê tîrmeha 2011 de derbarê mijarê de got: “Bûyerên vê dawiyê qewimîn, ne tenê Hatîp Dîcle eleqeder dikin, ez weke meseleyeke giştî dibînim. Ango ne mijarek tenê û hêsan e, ez bi awayekek giştî nêzî mijarê dibim. Ez der barê vê mijarê de pir hizirîm” û wiha domand; “Ev yek hinek ji daxuyaniyên 15’ê Hezîranê jî tê. Lê hinek mijarên ku min kêm hiştibûn hebûn. Di hevdîtina rojek beriya 15’ê Hezîranê de, em der barê gelek mijaran de axivîn. CHP jî mereqa hevdîtinên li vir tên kirin dike, dibêjin der barê çi de bi Ocalan re hevdîtin pêk tînin, li ser çi diaxivin. MHP jî mereq dike. Divê hevdîtinên li vir tên kirin ji aliyê rayagiştî ve bêne zanîn.
ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DÊ BIKEVE DEWRÊ
Ocalan, got ku divê siyasetmedarên kurd jî vê yekê bizanin û wiha got: “Di her carekê de dibêjin “Em nikarin pêşiya gel bigirin. Girse li ber teqînê ye. Ger çareserî pêk neyê em ê şerê gel ê şoreşerî bidin destpêkirin. Em ji bo şer jî û ji bo aştiyê jî amade ne.” Gelo kî li pêşiya we digire. Tu dikî an nakî, tu dizanî. Lê bi vî awayî neavêjin ser min. Tirkiye jî di her carekê de dibêje “Em ê biqedînin” ger tu dê biqedîne, biqedîne.”
3 DAXWAZ Û TECRÎD
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina tîrmeha 2011 de bang li dewletê kir û diyar kir ku tiştek êdî ew bikare di van şeru mercan de bike nemaye. Ocalan, destnîşan kir ku ew êdî dawî li bikaranîna xwe ya wekî taşeronê tîne û wiha got: “Ji îro şûnde ez dawî li vê tînim. Tiştê ku ez bikim qediyan. Ji vir şûnde ji bo ku ez rola xwe bidomînim, divê derfet ji bo tenduristî, ewlehî û bi awayekî azad hereket bikim hebe. Êdî ev tunebin ez nikarim tu tiştekî bikim. Pozîsyona min bi vî awayî zirarê dide dewletê jî kurdan jî. Hinek kesan digot ku Ocalan nikare di van şert û mecan de rêbertiya pratîk bike. Rast e mirov nikare biki. Di van şert û mercan de hevdîtinên aştiyê pêk nayên.” Piştî vê pêvajoyê hevdîtinên Ocalan ên bi parêzerên wî re hatin astengkirin û pêvajoya tecrîda girankirî dest pê kir. Parêzerên Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011 ve ango ev 528 roj in nekarîne bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Di her carekê de hincetên weke “keştî xirabe ye”, “rewşa hewayê” û “ewraq kêm in” tê astengkirin.
EV DER GELEK HESAS E
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 21’ê Îlona 2011 çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di 15 mehan de tenê kariye 2 caran hevdîtin bi kekê xwe Ocalan re pêk aniye. Mehmet Ocalan cotmeha 2011 bi kekê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan dgot: “Ne me pêvajoyê xetimand. Çapemeniya Tirk û hemû qûnciknivîsên rojnameya dibêjin ku em bûne sedema xetimîna hevdîtinan. Lê ne me pêvajoyê xetimand. Divê nivîskar rastî û duristiyan binivîsînin. Tiştên ku niha dinivîsin, tu feydeya wan ji bo aşitiyê tune ye. Ger ji niha û pêve tiştên ku feyde bidin aşitiyê binivîsin ew ê baştir bibe.”
Mehmet Ocalan 19’ê çileyê çû Îmraliyê, lê Ocalan nedît. Mehmet Ocalan, pirsa rojnamegeran a "hevdîtin çawa derbas bû" wiha bersivand: "Li gorî agahiya me ji midûrê girtîgehê girt, nivîsek hatiye şandin. Abdullah Ocalan di nivîsa xwe de wiha gotiye: 'Ev der gelek hasas e. Derketina me ya hevdîtinê gunçav nîn e' Tu agahiya me bi tiştên li wir çêdibin tuneye. Agahiya midûr daye me evqas e." Mehmet Ocalan li ser pirsa rojnamegeran a ‘Abdullah Ocalan nexwest bi we re hevdîtinê bike’ jî wiha got: "Ya midûrê girtîgehê ji me re got ev e."
HEVDÎTINA DAWÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ ANÎ
Roja 17’ê mijdarê Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan, diyar kir birayê wî gotiye bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got: "Ez îro çûm Girava Îmraliyê. Min bi kekê xwe Birêz Abdullah Ocalan rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê bin der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila zû dest ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye:
"Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe neavêjin ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn . Greva birçibûnê, bi awayekî şêwazek ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li derve têkivin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalakî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma pêşî û duyemîn yek bi yek silavan dişînim."
Hema wê rojê parlementerên BDP’ê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku girtiyan gotine “Banga Rêberê me ji bo me esas e.”
OCALAN: BI ŞEV Û ROJ DIHIZIRIM
Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re pêk anîbû de wiha bersiva çapemeniya Tirk a ku digot “Ocalan di keyfê dike” dabû: “Ez li vir dibêjim lazim e bi lezgîn dawî li grevê bînin. Dema du vegeriya Stenbolê bi rêya çapemeniyê ragihîne. Ev çalakî gihiştiye armanca xwe. Ev çalakî ji bo min pir bi wate û girîng e. Ez bawer dikim ku gihiştiye cihê xwe. Tenduristiya min baş e. Li şûna tenduristiya min ez li geşedan û rewşa girtiyan difikirim. Ez bi şev û roj difikirîm. Têkoşîna min ji bo vê yekê ye. Ez li rê û rêbazan digerim. Dibêjin 'Ocalan li Îmraliye li keyfa xwe dinêre' Bila her kes baş zanibe ku ji bo ev pêvajo baş birêv biçe ez li vir di nava lêhûrbûnek mezin de me. Ji bo êşên li ser gelê kurd bi dawî bibin, pirsgireka kurd çareser bibe û bi tevahî pirsgirêk ji holê rabe ez di nava hewldana de me. Ez bi şev û roj vê yekê difikirim û ji bo wê têdikoşim."
HEVDÎTIN DÎSA DEST PÊ KIRIN
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan tevlî bernameyek a kanala dewletê TRT bû û diyar kir ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tînin. Erdogan got: “Hîna jî hevdîtin hene. Divê em encamekê bigirin. Heta ronahiyek hebe, em ê bidomînin.” Piştî wê hevdîtinên bi Ocalan re careke din kete rojeva Tirkiyeyê. Piştî daxuyaniyên Erdogan aşkere bû ku Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan du rojên dawî yên sersalê çûye Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye.
TURK Û AKAT ATA BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN
Her kes bi mereq û baldariyeke mezin li benda encamên hevdîtina Ocalan û Şefê Îstîxbaratê Hakan Fîdan bû. Roja 3’yê çile, saet di 08.00 de Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Bûyereke wiha yekem care ku diqewime. Piştî daxuyaniyê parlementeran tu daxuyaniyek nedan, BDP jî li Amedê civiya û rewşê nirxand. Lê hukûmeta Tirk jî niha dibêje ku ew “ji bo çekdanîna PKK’ê hevdîtinan didomînin.” Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, roja 4’ê çile daxuyaniyek da. Turk, der barê hedîtinê de wiha got: "Em niha nafikirn der barê vê hevdîtinê de daxuyaniyên berfireh bidin. Wekî tê zanîn bi salan e birînek xwîn dibe heye. Divê em hemû vê birîna ku her tim xwîn dibe bikewînin û derman bikin. Divê her kes ji bo piştgiriyê di nava hewldanan de bin. Niha em tenê dikarin der barê hevdîtinê de vê yekê bêjin."