Di pêşnûmeya makeqanûnê de zimanê dayikê bû ‘zimanê xwe’!
Di pêşnûmeya makeqanûnê de zimanê dayikê bû ‘zimanê xwe’!
Di pêşnûmeya makeqanûnê de zimanê dayikê bû ‘zimanê xwe’!
Di Komîsyona Lihevkirinê ya Makeqanûnê de ji daxwazên sereke yên kurdan yek mafê zimanê dayikê, bi nîşeya hinceta îfadeya ‘zimanê xwe’ ket metna makeqanûnê. Her wiha BDP, CHP û AKP di mijara ‘ji hikûmxwaran re mafê hilbijartinê’ de jî lihevkirin.
Komîsyona Binê ya Lihevkirinê ya Makeqanûna TBMM’ê di civîna xwe ya duh de dîsa li ser xala ‘welatibûnê’ li hevnekirin. Di civîna komîsyonê de duh xala bi ser navê ‘ mafê hilbijêrbûnê, hilbijartinê û di faliyetên siyasî de cih girtin’ dîsa hat nîqaşkirin û AKP, CHP û BDP’ê ji bo ‘mafê hilbijartina hikûmxwaran’ lihev kir.
MHP’ê li dijî vê biryarê derket û got ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dikare vî mafê xwe bikarbîne, divê xala di makeqanûnê de ya ‘girtî nekarin dengan bikarbînin’ bê parastin.
JI BO MAFÊ ZIMAN EYARA XESASIYETA TIRK
Di pêvajoya nîqaşên makeqanûna nû de di nava daxwazên kurdan yên sereke de yên ku ji aliyê BDP’ê ve tên vegotin bi nîşeya hinceta îfadeya ‘zimanê xwe’ ket metna makeqanûnê. Bi vî awayî ji bo mafê zimanê dayikê jî ‘eyara tirk’ hat dayîn.