Di navbera Kantona Kobanê-Cizîrê derdora çeteyan tê tengkirin

Di navbera Kantona Kobanê-Cizîrê derdora çeteyan tê tengkirin

Yekîneyên Parastina Gel  (YPG) ku li rojavayê Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek mezin daye destpêkirin, piraniya bajaroka  Mebrûka ji çeteyan paqij kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona li rojavayê Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabûn despêkirin ragihand piraniya bajaroka Mebrûka ji çeteyan paqij kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuniyek nivîskî encama operasyona rojavayê Serêkaniyê di malpera xwe ya fermî de wiha ragihand: “Êvara 21’ê Îlonê de hêzên me li ser herêmên Rawya, Dehma û Mebruka ye dikeve başûra rojavayê Serêkaniyê operasyonek destpêkiri ye. Operasyone de hêzên me beşêk mezin a bajarokê Mebruka ji çeteyan paqijkirin û operasyon bi awayekî serkeftî berdewam dike. Di derbarê operasyon û encamê vî de piştra ji raya giştî re agahiyên berfireh werê parvekirin.

Her wiha Navenda Çapemeniya YPG’ê şer û pevçuna bajarokê Rebîa ragihand û wiha tê gotin: “Roja 21’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê xwestin li dijî bajarokê Rabîa ya girêdayî Mûsil êrîşek li dar bixin. Êrîşên çeteyan hatiye paşvêxistin. Di encama şer û pevçûnan de 10 çete hatine kuştin.

Di şer de rêhevalek me bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê.