Di navbera Belçîka û Tirkiyeyê de peymana dijî Kurdan

Di navbera Belçîka û Tirkiyeyê de peymana dijî Kurdan

Di navbera rêveberiyên Enqere û Belçîkayê de du peymanên hevkariya edlî hatin morkirin. Tirkiye bi van peymana li benda wê yekê ye ku rêveberên tevgera Kurdan û çepên Tirkiyeyî bên radestkirin.

Li gorî rojnameya La Libre Belgique di hedefa vê peymanê de bi taybet Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyir Aydar û Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal hene. Her du jî ji aliyê dewleta Tirk ve bi endamtiya Tirkiyeyê tên tawanbarkirin.

Peyman li Koçika Egmontê hate îmzekirin. Ev peyman ji aliyê Wezîra Dadê Annemie Turtelboom û Wezîrê Navxweyî Joëlle Milquet ve hatin îmzekirin. Hat diyarkirin ku, armanca peymanan hevkariya li dijî “terorîzm”, “sûcên bi ogranîze”, “bazara organan”, “bazirganiya madeyên hişber”e.

Rojnameyê diyar kir ku, di vê peymanê de tişta ku esas Tirkiyeyê eleqeder dike ‘Têkoşîna li dijî terorîzmê ye’. Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn diyar dike ku, nokteyên di derbarê navbera wezîran, komên xebatan dê bên avakirin û got: “Bi taybetî guherîna mehkuman, radestkirina sûcdariya û şopandin, mijdarên darizandinê zêdeti zelal bûne.”

Rojnameyê da zanîn ku kar û barê wekê ku Tirkiye dixwaze ewaqas ne hêzane û da zanîn ku, nûnerên kurdên li dîasporayê de bi salanin li Belçîkayê dijîn û statûya wan ya siyasî heye û di bin bana Parlamentoya Ewropa û Brukselê de xebatên lobiyê dimeşînin. Rojnameyê nûnerê BDP’ê yê Ewropayê Eyyup Doru wek mînak nîşan da.

Doru got: “Tirkiye Înterpolê bikartîne û li ser hemû nûnerên Kurd ên xwe îfade dike zextan pêk tîne.” Doru destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo wî di sala 2007’an de serî li Înterpolê dane û wiha got: “Lê ez ji salên 80’ê heta niha li Ewropayê dijîm. Herî dawî sala borî ez li Munîhê jiyam. Ez 40 rojî di girtîgehê de hiştim. Lê Tirkiyeyê delîl nedîtin.

Parêzerên li Belçîkayê nûnerên Kurd diparast diyar kirin ku, ev ji bo krîmînalîzekirina civaka kurd tê kirin.

Pêkanîna peymanê piştî şewatandina komeleya Kurd ya bajarê Genk pêk hat û ev yek bal kişan. Di 15’ê çileyê de li bajarê Genk molotofkokteyl avêtin komeleya çanda Kurd. Di 19’ê çileyê de ji bo protestokirina êrîşê meşek pêk hat û aliyên faşîzan-nîjadperest yên Tirk xwestin êrîş bikin. di bûyerê derketin de 4 kes hatin binçavkirin. Ligel ku êrîş ji aliyê derdora nîjadperestên Tirk pêk hat jî şaredariya Gen Kurd bi îdiaya ku alên Kurd hildane û tehrîk kirine sûcdar kir.