Di navbera Îran û Iraqê de peymana nû ya leşkerî

Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand, ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê General Îrfan Heyalî û Wezîrê Parastinê yên Îranê General Huseyîn Dehgan li Tehranê mohra xwe danîne binê peymaneke nû ya leşkerî.

Li gorî vê peymanê, ku di dema serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê Îrfan Heyalî ya li Tehranê pêk hat de hate îmzekirin, wê hevkariya leşkerî û parastinê were kirin.

Peyman ji hevkariya li dijî "terorîzmê û radîkalîzmê", ewlekariya sînor, perwede, lojîstîk, leşkerî û piştgiriya teknîkî pêk tê.

Piştî îmzekirina peymanê daxuyaniyek hate dayin. Hat ragihandin, wezîrên parastinê yên her du dewletan destnîşan kirin ku bi vê peymanê re Îran û Iraq dibin xwedî derfetên hevkariyeke hê xurt, kûr û çalak.