Di nava sê rojan de ji ber Ebola zêdeyî 1.250 kes mirin

Di nava sê rojan de ji ber Ebola zêdeyî 1.250 kes mirin

Hejmara mirinên ji be vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê belav dibe, roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji roja Çarşemê û vir ve zêdeyî hezar 250 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Di bîlançoya dawî ya WHO ya li ser Ebola de hat ragihandin, ku di serî de li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê 16 hezar 169 kes bi vîrûsê ketine û ji van 6 hezar 928 kesan jiyana xwe ji dest dane. WHO da zanîn ku li gorî daneyên dawî ji Çarşemê û vir ve zêdeyî hezar 250 kesan jiyana xwe ji dest dane.

WHO di raporeke xwe ya din a roja Çarşemê de diyar kiribû ku hejmara mirovên li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê bi vîrûsa Ebola ketine 15 hezar 935, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane jî 5 hezar 674 bû.

Zêdebûna ji nişka ya hejmara mirovên ji ber Ebola jiyana xwe ji dest dane, tê texmînkirin ku ji ber qeydnekirina gelek bûyerên mirinê ye.

Şewba Ebola ku ji sala 1976'an û vir ve şewba herî kujer a Afrîkayê ye, îsal jî tê dîtin. Qurbana yekemîn a şewba Ebola, tê texmînkirin ku bebeka 2 mehî ya li Gîneyê ye, ku di Kanûna bihurî de jiyana xwe ji dest dabû.

Li hemberî Ebola hînê dermanekî misoger nîne, tê gotin ku ji sedî 50 heta 60 yên bi vîrûsê dikevin, dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Di nava mirovên heta niha jiyana xwe ji dest dane, gelek personelên tenduristiyê û wezîfedarên alîkariya însanî yên li hemberî şewbê têdikoşiyan jî hene.

Ji bo ji holê rakirina vîrûsê û teşhîsa zû, li gelek welatên Rojavayî xebatên laboratûvarê dewam dikin.