Di nava heyeta Konyayê de wê kesê ku ne bi dilê Erdogan e, hebe!

Parlamenterên Elman, ku desthilatdariya AKP'ê destûr da ku di bin sîwana NATO'yê de bên, wê roja 8'ê Îlonê leşkerên Elman ên li Konyayê ziyaret bikin.

Serdan wê li çapemeniyê girtî be. Li gorî agahiyên gihîştin ANF'ê, parlamenterê Partiya Çep Alexander Neû jî wê di nava heyetê de hebe, ku rejîma Erdogan wî naxwaze.

Piştî NATO kete dewrê, rekôöa Erdogan destûr dabû ku 7 parlamenterên Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal a Elman biçin serdana leşkerên Elman ên li ser balafirên AWACS ên li Konyayê wezîfedar in. Ev serdana ku di navbera Berlîn-Enqereyê de veguherîbû krîzê, wê roja 8'ê Îlonê pêk were.

Di vê serdanê de, ku piştî tawîzên hikumeta Merkel wê pêk were, Alîkara Sekreterê Giştî yê NATO'yê Rose Gottemoeller wê serokatiyê ji heyeta wekîlan re bike. Rayedarekî NATO'yê ji ajansa nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û ragihand, ku di dema serdanê de bi ti awayî nayê xwestin ku çapemenî lê amade be.

WEKÎL ALEXANDER NEÛ Ê JI PARTIYA ÇEP JÎ WÊ DI NAVA HEYETÊ DE HEBE

Tê gotin, ku wê destûr neyê dayin endamên çapemeniya NATO'yê jî serdanê bişopînin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nêzî Meclîsa Federal ji ANF'ê re ragihandin, endamê komîsyonê Alexander Neû ê ji Partiya Çep jî wê di nava heyetê de hebe ku rejîma Erdogan wî naxwaze. Rejîma Erdogan îdîa kiribû ku têkiliya Neû bi PKK'ê re heye û ji bo Neû di nava heyetê de nebe, zext li Berlînê kiribû.

Partiya serokwezîr Merkel CDU, ku bi destûra ji bo serdana Konyayê kêfxweş bû, hewl dabû ku di mijara Neû de tawîzan bide, lê belê SPD, Partiya Çep û Partiya Keskan li dij derketibûn ku parlamenterên biçin serdanê ji aliyê NATO yan jî Enqereyê ve bên hilbijartin.

NEÛ TENÊ QALA TERORA DEWLETÊ KIRIBÛ

Tebaxa 2016'an di hevpeyvîneke bi radyoya Deûtschlandfûnk de, Neû li ser pirsek têkildarî PKK'ê gotibû, "Têkildarî xebatên PKK'ê yên li Tirkiyeyê, cihê nîqaşê ye ku ev yek terorîzm e yan na. Mirov dikarin qala terorîzma dewletê jî bikin." Piştî vê gotinê, wekîlê Elman bûbû hedefa rejîma Erdogan.