'Di nava çend rojan de daxuyanî dê bê dayîn'

'Di nava çend rojan de daxuyanî dê bê dayîn'

Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamantera BDP'ê ya Îdirê Pervin Buldan, der barê hevditina Ahmet Turk û Ayla Akat a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re diyar kir ku roniya çavê Ahmet Turk diyar dikir ku hevdîtin pir erênî derbas bûye û wiha got: "Dê der barê naveroka hevdîtinê de di nava çend rojan de daxuyanî dê dayîn."

Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Buldan, der barê hevdîtina Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Meclîsê pirsên rojnamegeran bersivand. Buldan, diyar kir ku heta niha der barê hevdîtinê de tu daxuyanî nehatine kirin û hêj nayê zanîn ku ka çi axivîne û çi muzakere kirine. Buldan, anî ziman ku ew nizanin ka Ocalan çi gotiye û wiha got:

"Lazim e ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî tev li pevajoya çaresekiyê bê kirin. Duh pêvajoyek wisa hate destpêkirin. Em vê yekê wekî gavek erênî dibînin. Em difikirin ku dê di rojên pêş de Ahmet Turk û Ayla Akat dê teqez daxuyaniyên erênî bide.

Buldan, anî ziman ku piştî hevdîtinê di çavê Ahmet Turk de ronahiyê diyar dikir ku hevdîtin erêni derbas bûye. Ji ber ku Turk di nava siyasetê de por sipî kiriye û berê Ocalan nas dike. Ez bawer dikim ku hevditin erênî derbas bûye. Ji bo me tiştê girîng divê Ocalan tev li vê pêvajoyê bê kirin. Ji ber ku divê teqez di nava hevdîtinê de Brêz Ocalan hebe."

Buldan, anî ziman ku hevdîtina BDP’ê ya bi Ocalan re erênî ye û wiha got: "Salek û nîv e li ser Brêz Ocalan tecrîdek heye. Bi vê hevditine tecrîd hat şikantin. Em hêj nizanin di hevdîtinê de çi axivîn. Ji ber vê yekê em naxwazin der barê hevdîtine de şirove bikin. Dê di nava rojek du rojan de daxuyanî bê dayîn. Divê muzakere bidomin. Divê diyaloga bi Brêz Ocalan re berdewam bike. Hevserokê Giştî yê BDP'e Selahattin Demîrtaş, Hevserokên KCD'e Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Parlamentera BDP'ê Ayla Akat, li Amedê hatin cem hev û dê encamê binirxînin. Dê van rojan daxuyaniyê bidin."