Di mirina rojnamevana Îngilîz a li Stenbolê de şopa 'DAIŞ'ê
Xebatkara berê ya BBC Sûtton, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê mirî hat dîtin. Tê texmînkirin ku Sûtton ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin.
Xebatkara berê ya BBC Sûtton, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê mirî hat dîtin. Tê texmînkirin ku Sûtton ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin.
Xebatkara berê ya BBC Sûtton, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê mirî hat dîtin. Tê texmînkirin ku Sûtton ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi her awayî destekê ji hikûmeta AKP'ê werdigirin, li her devera Tirkiyeyê dikarin bi hêsanî êrîş bikin. Çete, piştî êrîşan jî bi ti awayî nayên girtin. Ev yek jî nîşan dide ku asta desteka dewletê ya ji bo çeteyan di kîjan astê de ye.
Ji xebatkarên berê yên BBC rojnamevana Îngilîz Jacky Sûtton, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê mirî hat dîtin. Ev yek weke 'mirina bi guman' tê nirxandin. Sûtton ku kes bawer nake xwe kuştiye, beriya mirinê nivîsandibû ku gef lê tê xwarin. Sûtton diyar kiribû ku DAIŞ gefê lê dixwe. Ketina çeteyan a nava balafirgehê ku ewlekarî di asta herî bilind de ye û bi hêsanî pêkanîna êrîşeke bi vî rengî, têkiliya wan a bi dewletê re tîne bîra mirovan.
SÛTTON: EZ DITIRSIM KU CÎHADPEREST ÊRÎŞÎ MIN BIKIN
Rojnameyên Daily Telegraph û Times di rûpelên xwe de ragihandin ku Sûtton gotiye, "Ew ji êrîşa DAIŞ'ê ditirse".
Daily Telegraph di nûçeya xwe de got, "Sûtton berê ji hevala xwe Amanda Whîtely re e-mailek şand. Jacky dema li paytexta Kurdistana Iraqê dixebitî nivîsand ku ew ditirse ji aliyê aliyê cîhadperestan ve hedef bê girtin. Di e-mailê de got, 'DAIŞ dixwaze êrîş bike, lê wê destpêkê plansaziya vê bike û dûre pêk bîne'."
Hempîşeyê wê yê berê yê li Iraqê Hîwa Osman jî got, "Ne pêkane ku ew xwe bikuje. Ti nîşaneyeke tengezariyê li cem wî tinebû. Heta ku delîleke şênber a li ser xwekuştina wî neyê nîşandan, ew hatiye kuştin."
Hevalekî din ê Sûtton Chrîstîan Bleûer jî got, "Jacky yek ji mirovên herî bi hêz bû ku mirov dikarî pê re bixebitin. Ez me mirovekî ji teoriyen komplo bawer dikim e. Lê belê eger Tirk dibêjin kamerayeke ewlekariyê ya li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê 'nexebitiye' wê demê Jacky hatiye kuştin."
Times jî di nûçeya xwe de got, "Beriya demeke kurt ji hevalên xwe re gotiye ku ji ber xebatên xwe yên li Iraqê dikare ji aliyê DAIŞ'ê ve hedef bê girtin."
Gûardîan jî di nûçeya li malpera xwe ya înternetê de cih da texmînên ku dibêjin bûyer ne xwekuştin e.