Di MGRK'ê de netewên din jî cihê xwe digirin

Di MGRK'ê de netewên din jî cihê xwe digirin

Tirkmen, Ereb û Asûrî jî cihê xwe di nava Meclisên Gel ên Rojavayê Kurdistanê de girtin. Tirkmenê li Helebê destnîşan kir ku, zagonên MGRK'ê wan jî elaqedar dikin.

Civîna Meclisa Daîmî a MGRK'ê li Bajarê Amûdê hate lidarxistin. Di nava civîna ku 2 rojan dewam kir zagoneyên giring ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin girtin. Welatiyê Tirkmen Mihemed Xidro ku wek enadam beşdarî civînê bû diyar kir ku, zagonên hatine girtin, wan ji nêz ve elaqedar dikin.

Di nava Civîna Meclisa Daîmî a MGRK'ê de kesê bi eslê xwe tirkmen Mihemed Xidro, ji bajarê Helebê, wek Endamê Meclisa Daîmî jii ANF'ê re diyar kir ku, ''Em li Helebê jiyana hevbeş bi Kurd û Ereban re jiyan dikîn''. Li gel vê jî Xidro destnîşan kir ku, hewcedariya mirovan bi zagonan heye û got: ''Me berê bi hev re jiyan dikir, lê jiyana me bêtirî xwe xwezayî bû. Rejîma bees sîstema cûdatiyê li ser me ferz dikir, bi rastî em ji hev belav kirin,berjewendiyên xwe di ser hemû neteweyan de ferz kir.''

Xidro destnîşan kir ku, me hêviyên xwe di MGRK'ê de dît û got: ''Bi rastî min bi kurdan re jiyan kir min biratî û rastiya jiyana xwezayî bi wan re jiyan kir. ji ber wê ez tevlî Meclisa taxa xwe bûm. Min li wir bi Ereb, Tirkmen, Kurd û Asûrî re wek hevî dîtin''.

Xidro diyar kir ku, wî cûdatî bi salane jiyan kiriye lê niha bi rastî êdî ew cûdatî derbazkir û got: ''Cûdahî di navbera zagoneyên rejîma berê û Meclisa me pir hene, di civîna me de zagonên ku ji civakê hêza xwe digrin derketin. Lê zagonên ku rejîma desthiladar dida meşandin, zagonên desthiladarî û koledariyê ne''. Her wiha Xidro diyar kir ku ew tevlî 12 Tirkmenên din di nava meclisa taxê de hene. Ereb û asûrî jî weke kurdane û got '' Ez wek mirovek Tirkmenim cihê xwe di nava Meclisa damî de digirim. Di heman demê de Ereb,Asûrî û hemû beşên civakê di nava meclisê de cihê xwe digrin. Wek mînak ez dikarim bibêjim hema em 13 Tirkmen di nava meclisa herêma me de hene. Ereb û Asûrî jî cihê xwe di nav de digrin''.

Di derbarê zagonên ku di civîna Meclisa Damî ya MGRK'ê de hatin girtin Xidiro wiha ravekir: '' Di derbarê pir netewan de zagonên pir girîng derketin. Zagonên ku hatin pejirandin ji hêmana biratiya gelan hêza xwe distîne, wê çaxê ne mûmkine ku em bi ser nekevin, bi rastî zagonên ku hatin standin pir girîngin. Cihê her beşên civakê di nav de heye. Her kes dikare xwe tê de bibîne û bi awayek azad bi hev re bijîn.

Xidro bang li hemû kesî kir da ku tevlî jiyana hevbeş bibin. ''Di gotina dawî de ez banga hemû beşê civakê dikim da ku karibin bi hev re bi biratî jiyan bikin, em bi hev re herêma xwe avabikin".