Di meha Nîsanê de enflasyon bû ji sedî 10,94
Di meha Nîsanê de enflasyon li gorî meha borî ji sedî 10,94 zêde bû.
Di meha Nîsanê de enflasyon li gorî meha borî ji sedî 10,94 zêde bû.
Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyona meha Nîsanê eşkere kir. Hate diyarkirin ku di meha Nîsanê de enflasyona ji sedî 10,94 zêde bûye û di meha Nîsanê de herî zêde sîr û pîvaz biha bûne.
Li gorî daneyan cil û sol ji sedî 4,90; sektora çandî ji sedî 4,91 zêde bûne. Li gorî van daneyan li gorî sala par alkol û titûn ji sedî 31,32 û mal û emlak jî ji sedî 14,52 zêde bûne.
Li gorî daneyên giştî yên 12 mehan enflasyon jî ji sedî 12,66 zêde bûye.