Di meclisa Fransayê de nîqaşên Sûriyeyê

Di meclisa Fransayê de nîqaşên Sûriyeyê

Meclisa Fransayê ku ji bo mudaxaleya leşkerî ya Sûriyeyê nîqaş bike, civiya û di nîqaşên pêk hatin de rewşa ‘bêçare’ ya ku Fransa têde derxist holê. Hikûmetê daxwaz kir ku hêj ku dereng nemane mudaxale bike û muxalefet jî li aliyekê li dijî vê derket û li aliyê din daxwaz kir ku bi biryara NY’ê re di nava ‘koalîasyona fireh ya navnetewî de’ tevbigerin.

Civîna ku serokwezîr Jean-Marc Ayrault û Wezîrê Karê Derve ya Laurent Fabîus jî tevlibûn de ji partiya Çep û Rastgir bertekên cuda hatin. Ayrault, mudaxaleya li dijî Sûriyeyê parast û  diyar kir ku êrîşa di 21’ê Tebaxê de li Şamê pêk hatiye êrîşa herî bi xof û mezin ya sedsalê ye.

Ayrault îdiaya xwe ya ku Sûriye xwedî stokên çekên kîmyewî ya herî mezin  a cîhanê ye jî dubare kir û da zanîn ku ger mudaxaleya leşkerî tunebe dê deriyên çareseriya siyasî bê girtin.

Di nîqaşan de nûnerên partiyên çep û rastgir, daxwaz kirin ku mudaxaleya leşkerî pêk were û gotin der barê encamên wê de bi fikarin. Gelek parlamenteran jî dixwaza Parlamentoya ji Meclis û Senatoyê ava bûye, ji bo mudaxaleyê dengdanê bike. di dema nîqaşan de hate diyar kirin ku Fransa ji aliyê DYA’yê ve tenê hatiye hiştin û hat gotin ku helwesta Hollande ‘pir zû ye’.

EM DERENG MAN, MUDAXALE BI TENA SERÊ XWE NABE

Yekitiya Demokratên Serbixwe ya Lîberal a Muxalefetê (UDI) û wezîrê ji dema Nîcolas Sarkozy, Jean-Louîs Borloo jî îdia kir ku ji bo mudaxaleyê dereng mane. Borloo anî ziman ku divê di sala 2012’an de di dema Sarkoz de mudaxale bihata kirin û ji ber ku nehatiye kirin ne baş bûye û got divê Fransa bi koalîasyona herî fireh a welat mudaxale bike.

 UMP: FRANSA DI WARÊ SIYASÎ Û LEŞKERÎ DE TENGEZAR BÛYE

Parlmanterên Yekitiya Tevgera Gel a Muxalefetê (UMP) jî da zanîn ku divê Fransa bi biryara Netewên Yekbûyî mudaxale bikin. Li ser navê UMP’ê Chrîstîan Jacop axivî û diyar kir ku serokomar Françoîs Hollande welat bi DYA’ê ve girêdaye. Jacob bi lêv kir ku Hollande di 27’ê Tebaxê de behsa mudaxaleya leşkerî kiriye û got welat li bende biryara ku ji kongreya DYA’yê derdikeve ye.

RASTGIR LI DIJ MUDAXALEYA BÊ BIRYARA NY’Ê NE

Jacob pirsên rojnamegeran bersivand û got UMP’ê ji bo mudaxaleya leşkerî  NY, ew jî nebe parlamento biryarê bide.

Henrî Guaîno yê ji UMP’ê û bi nêzîkatiya xwe ya Nîcolas Sarkoz tê zanîn mudaxaleya li dijî Lîbya û ya herî dawî li hemberî Malî pêk hat, ji nedîtîve hat û îdia kir ku Fransa tu carî ji derveyê çarçoveya qanûnî mudaxale nake. Guaîno ji kanala BFM TV re axivî û da zanîn ku divê Fransa ji bo Konseya Ewlehiyê ya NY’ê der barê  mudaxaleyê de biryarê bigire, îqna bike.

PARTIYA ÇEP Û KOMUNÎST LI DIJIN, KESKAN BÊ BIRYARIN

Partiya Çep (PG) û Partiya Komunîst bi awayekî zelal û vekirî li dijî mudaxaleyê derketin.  Lîderê Partiya Çep Jean-Luc Melenchon diyar kir ku divê her cureyê mudaxaleyê ku Fransayê dike pêveke DYA’yê dur bê sekinandin.

Ekolojiy Ewropayê (EELV) ku wek Keskan tên zanîn jî hem dij û hem jî alîgir tên zanîn. Li ser navê EELV Françoîs de Rugy li meclisê axivî û da zanîn ku ew alîgirê koalîasyone berfireh ya Navnetewî ne.

Eniya Netewî (FN) ya rastgir jî li dijî mudaxaleyê derdikevin û her wiha lîderê partiyê Marîne Le Pen da zanîn ku Hollande ji bo mudaxaleya leşkerî daneyan hildiberîne.