Di maça Torîno FC-Jûventûs de pankarta 'Newroz pîroz be' hat vekirin

Di maça futbolê ya navbera tîmên Torîno FC-Jûventûs de, alîgirên tîma Torîno pankarteke mezin a bi nivîsa 'Newroz pîroz be! Ji Kurdistanê re azadî' vekirin.

Cejna berxwedanê ya Kurdan ji aliyê futbolhezên li Îtalyayê ve bi rengekî cuda hat pîrozkirin. Di maça navbera tîmên Torîno FC-Jûventûs a li stadyûma Olîmpîco Dî Torîno ya li bajarê Îtalya Torîno de alîgirên tîma Torîn pankarteke mezin a bi nivîsa 'Newroz pîroz be! Ji Kurdistanê re azadî' vekirin.

Li Îtalyayê beriya niha alîgirên tîma Lîvorno jî ji bo destekê bidin berxwedanên Kobanê û Sûrê pankart vekiribûn.

...