Di maça Galatasarayê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin

Li Swêdê, dema ku lîstika futbolê ya tîmên Galatasaray-Ostersûndê li Jamtkraf Arenayê dihate lîstin ciwanên Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin bi posterên Ocalan ketin sehayê.

Di deqeya 78’an a lîstikê de, ku lîstik di çarçoweya tûra pêş-hilbijartinê ya Lîga Ewropayê ya UEFA’yê de bû, du ciwanên Kurd bi posterên Ocalan dema ku xwe berdan sehayê hakim lîstik da sekinandin. Hêzên ewlekariyê ciwan ji sehayê derxistin. Du ciwanên din jî ku bi posterên Ocalan xwestin xwe berdin sehayê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin.

4 ciwanên Kurd ku hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin standin derengiya şevê serbest hatin berdan.