Di lêpirsîna Pirsûsê de meha 3’yemîn: Abdullah Omer Aslan kî ye û li ku derê ye?
Platforma Edaletê ya ji bo Pirsûsê civîna çapemeniyê li dar xist.
Platforma Edaletê ya ji bo Pirsûsê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ji parêzerên Platforma Edaletê ya ji bo Pirsûsê Ozlem Gumuştaş diyar kir ku ji bo ku qetlîama Pirsûsê baş nehat lêpirsînkirin qetlîama Enqereyê pêk hatiye û nirxandina "Aşkera ye ku yên kujerên Pirsûsê nedîtin berpirsyarên qetlîama Enqereyê ne" kir. Gumuştaş destnîşan kir ku xetereya tarîkirina delîlên di çarçoveya lêpirsînê de hene û wiha axivî: "Windahiyên sivîl, qetlîamên komî û înfazên bêdaraz û pêkanînên hikûmetê bi polîtîkaya necezakirinê ve didome."
Platforma Edaletê ya ji bo Pirsûsê di meha sêyemîn a qetlîama Pirsûsê ku bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo avakirina Kobanê di 20'ê Tîrmehê de çûn Pirsûsê û di encama êrîşa bombeya zindî de jiyana xwe ji dest dan a ji aliyê nêzî 20 rêxistinên hiqûqî ve hate avakirin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa TMMOB'ê ya Stenbolê hate lidarxistin û parêzen Ozlem Gumuştaş, Elîf Zelal Şeker, Mustafa Taylan Savran, M. Umît Erdem, Îlknur Alcan, Gulhan Kaya û Arin Gul Yenîaras beşdar bûn. Malbatên kesên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, parlamentera HDP'ê Beyza ustun û Serokê EMEP'ê ya Guven Gerçek jî beşdar bûn.
Di civînê de rapora binpêkirinên mafan û çavderiyê ya têkildarê qetlîama Pirsûsê hatiye amadekirin ji aliyê parêzer Ozlem Gumuştaş ve hate xwendin. Gumuştaş bilêv kir ku li ser qetlîamê re 3 meh derbas bû û di 10'ê Cotmehê de qetlîama Enqereyê jî li ser zêde bû. Gumuştaş da zanîn ku wekî piştî qetlîama Pirsûsê, piştî qetlîama Enqereyê jî rayedarên dewletê ewil gotin nepêkan e ewlehiyê bigirin û piştre jî gotina "di warê ewlehiyê de kêmasî tineye" bi kar anîne û reyader piştre jî daxuyaniyê ku kesên ku mîtîng organîze kirine hedef digirin dane.
'BERPIRSYAR ÊN KU DAIŞ'Ê WEKÎ RÊXISTINA TERORÊ NABÎNIN'
Gumuştaş gotinên Serokwezîr Davutoglu ya "Di destê me de lîsteya bombeyên zindî heye lê heta çalakî nebe em nikarin bigirin" bi bîr xist û anî ziman ku Davutoglu bi qasî ku Ş. Abdurrahman Alagoz ê ku di êrîşê de bedena wî parçe bûye teslîmî darazê hatiye kirin bêperwa bûye. Gumuştaş diyar kir ku dema kesên qetlîam pêk anîne hatine tespîtkirin 6'emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Enqereyê biryara qedexeya weşanê ya herî berfireh daye. Gumuştaş ev tişt anî ziman: "Der barê qetlîamên ku li pey hev tên kirin ti pêşketinek jî tineye, Serokwezîrê ku daxuyaniya Tirkiye welatekî demokratîk e dide disa Serokkomarê ku gotina heke li meclîsê partiyek 400 parlamenter derxistiba Pirsûs û yên berdewama wî nediqewimin bi kar tîne. Pir zelal e ku yên kujerên Pirsûsê nedîtin di meha sêyemîn de di dosyayê de yên ku ti pêşketin çênekirin, ên ku DAIŞ'ê wekî rêxistina terorê nanirxînin yên bi rêxistina îstixbaratê ve têkiliyên aşkera û nepen pêş dixin berpirsyarên qetlîama Enqereyê ne jî."
Gumuştaş got ku qetlîama Pirsûsê di nava sûcên li dijî mirovahiyê de ye û têkîldarî aliyên hiqûqî yên qetlîamê de jî bal kişand li ser van xalan:
*Piştî qetlîamê ewil mexdûrên qetlîamê mudaxaleya yekemîn li cihê bûyerê kirin. Ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê û dozger li gel 2 saet li benda wan man jî nehatin û hêzên dewletê ku li dora Navenda Çandê ya Amarayê dorpêç kirin ti tişt nekirin.
* Îtiraza ku li 2'yemîn Dadgeriya Sulhê ya Rihayê ya nepenîtiyê hate kirin, hate derkirin.
* Hesabên kesên ku li ser medyaya civakê têkîldarî qetlîamê parvekirin kirin, hatin girtin.
* Dozgeriya Rihayê di çarçoveya dozyayê de tenê îfadeyên malbatên ku xizmên xwe winda kirin, girtin. Tekane tişta ku hatiye kirin ev e.
* Tiştên kesên jiyana xwe ji dest dan ên li cihê bûyerê li Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê tên girtin. Ligel ku tişt hatin xwestin jî nîşanî parêzeran nadin û têkîldarî vê yekê tu biryara lêkolînê jî nayê nîşandan.
* Piştî komkujiyê kesên ji bo şopa kiryaran peyda bikin çûn otogarê û hemû kamereyên otogarê dimînin 3 roj berê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û rayedarên otogarê jî ev yekê dizanîn.
* Kesê bi navê Abdullah Omer Arslan berî teqînê bi motosîkletê li ber navenda çandê dema derbas dibû hat rawestandin û teslîmî polîsan hat kirin. Ev kes ji aliyê polîsan ve birin Navenda Çandê ya Amarayê û kincên wî guherîn û rûyê wî qusandin û ji herêmê derxistin.
*Serî li agahiyên xebatkarên navenda çandê nedan.
Gumuştaş xwestin ku lêpirsînekê bi hêz bêkirin û hemû raporên di dosyayê de ji dozger xwestin û xwest ku qedexeya weşanê ya li ser dosyayê bê rakirin. Gumuştaş diyar kir ku divê hemû dîmenên têkildarî bûyerê de li cihekî bi ewle bên parastin û dema îfadeyên kesên di komkujiyê de bi bîrîndarî xilasbûn bên girtin ji bo parêzer amade bibin daxwaz kirin.
Gumuştaş da zanîn ku divê nasnameya Şeyh Abdurrahman Alagoz a ku li cihê bûyerê hatin dîtin şopa tîliyan bên destpêkirin û axaftinên wî yên telefonê bên lêkolînkirin.Gumuştaş bilêv kir ku di lêpirsînê de tiştên li dijî hiqûqê hene û wiha axivî: "Dozger dixwaze hemû karên xwe bi destê yekîneyên terorê bike. Li gorî CMK'ê dozger amirê lêpirsînê ye. Divê hemû lêpirsîn bi destê dozgeriyê bên kirinî Di hevdîtina me di 9'ê cotmehê de bi dozger re kirî got, 'dosay li TEM'ê ye tu tiştê ji min re hatî tuneye' Divê serdozgerê komarê yê Rihayê vê pêvajoyê bi xwe bişopîne. "
'BI ÊRÎŞÊN ME RE HENEK DIKIRIN'
Keça Nazegul Boyraz a ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Yasemîn Boyraz jî wiha got: "Êrîşên me zêde dibin. Bi daxuyaniyên dayîn bi êşên me re hesek dikirin. Em di pêşiya van êşan re biçin. Me tenê nehêlin û hewcehiya me bi we heye."
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun jî got dê lêgerîna wan a edaletê berdewam bike.