Di konferansa li Moskowayê de peyama KCK'ê hat xwendin

KCK'ê peyamek şand ji Konferansa Kurd a Navneteweyî re. Di peyamê de hat gotin, "Heta ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê neyê dîtin, li ti deverê serketin bi dest nakeve."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyamek şand ji Konferansa Kurd a Navneteweyî re. Peyam ji aliyê endamê KNK'ê Selahattîn Soro ve hat xwendin.

KCK'ê di peyama xwe de got, "Heta ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê neyê dîtin, li ti deverê serketin bi dest nakeve. Li Bakurê Kurdistanê, rewşa TC a piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ket navê, vê rastiyê bi awayekî zelal radixe pêş çavan."

GLAZOVA: DIVÊ HAY JI GIRANIYA OCALAN Û PKK'Ê HEBE

Piştî daxuyaniya KCK'ê, endama Desteya Rêveber a Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk Anna Glazova axivî. Glazova got, "Ti hêz, heta ku hebûna û rewşa Kurdan a li herêmê li ber çavan negire, nikare bandora xwe li herêmê bike. Ji ber vê yekê divê daxwazên Kurdan û daxwazên wan ên jiyana bi hev re, bên dîtin û bihîstin. Cîhan tev nikare bi belayekî weke DAIŞ'ê. Lê Kurdan bi vîneke xurt, ji xaka xwe derxist. Girîng e mirov giraniya Abdullah Ocalan û PKK'ê ya li ser Kurdan bizanibin û li gorî vê yekê nêzî Kurdan bibin. Êdî di sedsala heyî de, siyaset bi feraseteke înkar û tinekirinê nayê meşandin."

BAKLANOV: GIRÎNG E RÛSYA KURDAN BIBÎNE

Di dewama konferansê de Alîkarê Serokê Komeleya Hiqûqnasan a Federasyona Rûsyayê Andrey Baklanov peyivî. Baklanov got, "Rûsya dewleteke ku ji hiqûq û edaletê bawer dike ye. Lewma divê Kurd bên dîtin û di çarçoveya pîvanên hiqûqî de diyalog bi wan re bê danîn."

ABDULLAH: KURDAN MORA XWE LI SEDSALÊ XISTIN

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Kurdên li Rojava bêyî alîkariyê ji deverekê werbigire, li hemberî hêzeke faşîst û paşverû ya mîna DAIŞ'ê şer kir. Kurdan di vî şerî de bi xeta berxwedanê ya ku bi taybetî li Kobanê nîşan da re, mora xwe li vê sedsalê xistin.

Niha di nava sînorên Sûriyeyê de Kurd sîstema xwe ava dikin. Ev sîstema me kantonên xweser in. Kurd heta niha, bêyî pişta xwe bide ti hêzê û pê ve girêdayî be, xwe bi vê sîstemê bi rê ve dibin. Di vê modela me de jin, ciwan û hemû beşên civakê bi nasnameyên xwe yên xweser dikarin xwe îfade bikin. Dema me ev sîstem ava kir, ti carî ji bo parçebûna Sûriyeyê me ava nekir. Armanca me demokratîkbûyîna Sûriyeyê û li Sûriyeyeke demokratîk xwe îfadekirina hemû gelan bi nasnameyên xwe ye.

Ji aliyê leşkerî ve Kurd gihaştine astekê. YPG û YPJ îro li Rojava yekîneyên parastinê ne. Ev yekîne ne tenê Kurdan, hemû gelên li herêmê, li dijî gef û xeteriyan diparêzin. Ji xwe tevahiya cîhanê ji vê re şahidî kir. Kurd gihaştine asteke welê ku êdî kesek nikare wan înkar bike."

Konferans piştî navberê wê bi axaftinan dewam bike.

...