Di konferansa Dalarna ya Partiya Çep de piştgiriya ji bo Guven

Herêma Dalarna ya Partiya Çep konferansa xwe ya salane li dar xist. Di konferansê de piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin.

Bi tevlêbûna nûnerên 38 partiyan li bajarê Lûdvîkayê konferans hate lidarxistin. Di konferansê de pankart hate vekirin a ku piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê tê kirin.

Delegeya bi navê Valîde Cîcen ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê û got ku “Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Astengkirina hevdîtinên Ocalan ên bi parêzer û malbata wî tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Daxwaza Leyla Guven zagonî û mafdar e. Lê wezîrê me yê karê derve Margot Walstrom gelekî bêdeng e. Em dixwazin wezîrê me bêdeng nemîne û li dijî tecrîda li ser Ocalan helwesta xwe diyar bike.”

BANGA ‘EM PIŞTGIRIYA ÇALAKIYAN BIKIN’

Cîcen got ku “Leyla Guven bi vê çalakiya xwe dixwaze faşîzmê hilweşîne. Em Partiya Çep, bi Leyla Guven re ne.” Cîcen diyar kir heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin wê têkoşîna xwe bidomîne.

Parlementera Partiya Çep Danîel Rîazat jî diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine asteke krîtîk û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku bila piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê bikin.

Rîazat çend roj berê ji bo piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê, 3 rojan ketibû greva birçîbûnê.