Di îstîsmara zayendî de hetiketiya ‘berdana bir şert’

Li Wanê hetiketiya têkildarî êşkence û îstîsmara li ser pitika 38 rojî derkete holê. Derkete holê ku yek ji sûcdaran dayik P.T ku ji ber bikaranîna tiryakê di girtîgehê de bû bi şert hate berdan.

26’ê Çile yê 2017’an saet 01.00’an pitikek bi hinceta ku ji derencê ketiye anîbûn nexweşxaneyeketaybet a îpekyolu ya Wanê, mir. Pitika ku ji hêla dayikê P.T  û F.A û zilamekî bi navê Y.G’ê anîbûn nexweşxane, dema ku pitikê 38 rojî hatî mieyenekirin, di serê pitik de şikestin, li ser laşê pitik şûna hezan, ser çavê çepê şîn û roj bûbû û îstîsmara zayendî lê hatibû kirin. Piştî ku pitik ji ber sedema ku talokeya mirinê hebû xistin lênerîna jidiyayî de bi rojekê hate ragihandin ku zarok miriye. Têkildarî hetiketiyê kitekit derdikevin holê.

LI XWE MIKUR HATIN

Ên îstîsmar kirin pêşî pitik birine Nexweşxaneya Lêkolînê û Herêmê ya Wanê, ji berpirsan re gotine ku ji derencê ketiye û divê were tedawîkirin. Lê bal kişand ku ev kes di nav xwe de tim pev diçin. Piştî ku peywirdarên nexweşxanê gotin, ji ber sedema ku cih nîne ew nikarin tedawî bikin, pitik birin nexweşxaneyeke taybet. Li vir jî kesên îstîsmarker gotin pitik ji derencekan ketiye û pev diçin. Rayedarên nexweşxanê ku ji rewşê şik bi wan re çêdibe bangî polîsan dikin û rewş derdikeve holê.

Kesên ku navê wan têkildarî mijarê hatin binçavkirin. Pitikê ku hatî îstîsmarkirin jî 27’ê Çile yê 2017’an jiyana xwe ji dest da.

Dayika pitik P.T a ku hatî binçavkirin li xwe mikur hat. Li gorî vê, van kesan roja bûyerê tiryak bi kar anîne. Bi P.T re nîqaş kirin, pitik ji hêla zayendî ve îstîsmar kirin û bûn sedema mirina pitik.

PIRS

Gelek pirs hene ku haya raya giştî jî nîn e.

Hin pirsên li benda bersivê:

Nexweşxanaya Lêkolîer û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wan, çima petikê ku di nav xwînê anîbûn nexweşxanê tedawî nekir. Li nexweşxanê ti mudaxele li pitikê ku qelbê wê sekinîbû nekirin?

Dozgeriya Komarê ku lêpirsîna bûyerê dike, dengê xwe li personlên nexweşxanê kir ku agahî û dîmenan nedin kesî.

Kesê ku şeva bûyerê hatî nexweşxanê û li ser laşê wî şûn diranan hebû, kî ye?

Rapora otopsiyê çima tê veşartin?

Mirovahî û di pey re raya giştî li bendê ye ku bûyer bi her hawî were ronîkirin.