Di gulereşandina ji Qereqola Jendermeyan a Abali de kesek birîndar bû
Di gulereşandina ji Qereqola Jendermeyan a Abali de kesek birîndar bû
Di gulereşandina ji Qereqola Jendermeyan a Abali de kesek birîndar bû
Li navçeya Amed Liceyê, di encama gulereşandina ji Qereqola Jendermeyan a Abali de gundiyê bi navê Reşît Kirp birîndar bû.
Ji Qereqola Jendermeyan a Abali, ku Medenî Yildirim û Mûzaffer Gorul qetil kir, careke din gule li ser sivîlan hat barandin. Di encama gulereşandina ji qereqolê de Reşît Kirp (30) ê ji gundê Abaliyê birîndar bû. Hat ragihandin ku gule li çenga Kirp ketiye. Nehat zanîn ku leşkeran çima gule berdane.
Kirp ji aliyê kesên cem ve ji bo bibin nexweşxaneyê ber bi Amedê ve derxistin rê.