Di fîlman de newekheviya jin û mêr gelek zêde ye
Di fîlman de newekheviya jin û mêr gelek zêde ye
Di fîlman de newekheviya jin û mêr gelek zêde ye
Wekê li her qadê jin û mêr wek hev nayê dîtin, li qada sînema û televîzyonê jî newekheviya di navbera mêr de heye. Li welatên navdar yên cîhanê li gorî lêkolîneke ku ji bo fîlmên sînema û televîzyonê hatiye kirin de, jin zêdetir di sahnayên tazî û têkiliya cînsî de cih digirin.
Li gorî lêkolîna ku li zanîngeha Başurê Kalîforniyayê ji aliyê NY’ê ve hatiye kirin de di sînemayê de rolên li jinan û mêran hatiye barkirin hat lêkolînkirin. Di esasa hemû fîlmên li DYA, Brîtanyaya Mezin, Elmanya, Avusturalya, Çîn, Japonya û Hîndîstanê tên kişandin de, jin zêdetir di sahneyên tazî û yên têkiliya cînsî de cih digirin.
Li gorî lêkolînê di fîlman de yên ku karekterên weke doktor, pispor û hiqûqnas dilîzin mêrin û jin jî kêmtir cih digirin. Jin jî di saneyên tazî û cinsî de cih digirin.
Di lêkolînê de der barê rola jinê de rexne hat kirin û gotin di fîlman de jin di sahneyên axaftinê de ji 3’an yek tên dîtin.
Piştî weşandina lêkolînê rêveberiya Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Dortmun\Kolnê balkişand ser encamên lêkolînê û got di fîlmên li Elmanyayê tên kişandin de jin rastî newekheviyê tên û got ev newekhevî di navbera xebatên sînemayê de tên dîtin. Di daxuyaniya mîhrîcanê de hat gotin ku di beşên rejî, kamereyê de beşeke mezin ji mêran pêk tê.