Di Festîvala Çanda Kurdan de galeriya foklorê ya ji 60 kesan

24. Festîvala Çanda Kurd a ku li bajarê Koln ê Elmanyayê dewam dike, 5 komên foklorê yên ku ji 60 kesan pêk tên derketin ser dikê, govend gerandin.

Bernameya  24. Festîvala Çanda Kurd bi renga reng dewam dike. Li gel axaftinên siyasî, di çarçoveya bernameya TEV-ÇAND’ê  amade kirî de Koma Berxwedan, Hesen Şerîf der ketin ser dike, helbest xwe  pêşkêş kirin. Di çarçoveya bernameya çandê de jî komên foklorê yên ji 60 kesan weke 5 kom ên girêdayî Akademiya Çanda Kurd bi awayekî girseyî govend gerandin. Di bernameya foklorî de di serî de girêdayî çanda Botan, Garzan, Serhat, Dersim bi taybet li gorî çanda Bakurê Kurdistanê govend gerandin, kom bi giştî nêzî 40 deqeyan li ser dikê ma, bi eleqeyek mezin hate temaşekirin.

...