Di êrîşa polîsan de hevserokê bajêr ê DBP’ê birîndar bû

Di êrîşa polîsan de hevserokê bajêr ê DBP’ê birîndar bû

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Koban û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ku li Îzmîrê çalakiyek hat lidarxistin, rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Yusuf Kaya birîndar bû.

Polîsan bi guleyên plastîk, gaza îsotan û ava şid êrîşî meşa ku li Îzmîrê ji bo Kobanê hat lidarxistin kirin. Di êrîşê de Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Yusuf Kaya ji be ava şid û hat sînga wî birîndar bû. Hat ragihandin ku rewşa Kaya yê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Buca baş e.