Di doza tecawiza komî de biryara îdamê hat diyar kirin

Di doza tecawiza komî de biryara îdamê hat diyar kirin

Li Hîndistanê di meha qanûna 2012’an de xwendekara zanîngehê ya 23 salî rastî tecawiza komî hat û li 4 kesên tecawizkar cezayê darvekirinê hat birîn.

Sala borî di meha qanûnê de jineke ku bi hevalê xwe re ji sînemayê derket û li otubusekî siwar bûn rastî teacawiza 5 kesan hat û piştre li Nexweşxaneya Sîngapurê piştî têkoşîna jiyanê ya 15 rojan jiyana xwe ji dest da.

Dadgerê li dozê dinêhirt Jogesh Khanna wiha got: “Bersûc sûcdar hatin dîtin. Kesên berpisyar hatin dîtin,  delîl ji holê rakirine û mexdura bê parastin jî kuştine.”

Parêzerê ajokarê otubusê got: “Muvekîlê min qebûl kir ku otubus bikaraniye. Lê agahiya wî ji bûyerê nîne. Em dê serî li dadgeha bilind bixin.

Dema biryara der barê bersûcan de hat dayîn, bersuc jî anîn salonê û biryar bihistin. Piştre dîsa birin. Her wiha malbata jina ciwan jî li nexweşxaneyê bû.