13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, dema rûniştina dadgehkirina keyayê berê Abdullah Melîh Bariş ê Nûrcan Arslan qetil kir, bêyî ji malbata Arslan û parêzerên wan re bêje guherand. Dadgehê li rûniştina ku kes nebû, îfadeya kujerê jinê girt.
Keyayê berê yê taxa Kûrtûlûş a navçeya Tokak Almûsê Abdullah Melîh Bariş, ji ber ku Nûrcan Arslan daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl kir, ew qetil kiribû. Bavê 3 zarokan Bariş ji Tokatê hatibû Stenbolê û Arslan qetil kiribû. Bariş piştî bûyerê hat girtin û ji ber sûcê "bi plan û zanebûn mirov kuştiye" doz hat vekirin.
13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê biryar da rûniştina dozê di 16'ê Hezîranê de pêk were. Malbata Nûrcan Arslan, ji bo cezayê kujer neyê kêmkirin dest bi têkoşîna ji bo edaletê kir. Malbatê li Galatasaray, Kadikoy û Bakirkoyê belavok belav kir, çalakiyên rûniştinê pêk anî, kampanya îmzeyan da destpêkirin û bang li her kesî kir ku di 16'ê Hezîranê de li Edliya Bakirkoyê bin.
Lê belê 13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, bêyî ku ji malbata Arslan û parêzerên malbata Arslan re bêje, rûniştina dozê di 10'ê Hezîranê de pêk anî û îfadeya kujer girt.
Parêzerê malbatê Sezîn Ûçar dema çû Edliya Bakirkoyê bi vê rewşê hesiya. Ûçar pirsî ku çima dema rûniştinê hatiye guhertin û agahî ji wan re nehatiye dayîn. Ji bo vê pirsê, erkdarên dadgehê jê re gotin "Şaşîtiyek çêbûye".
'ŞAŞÎTIYEKE BI VÎ RENGÎ NABE'
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Ûçar li dijî bahaneya "şaşîtî bûye" derket û got, "Şaşîtiyek bi vî rengî nabe. Di qanûnê de cihê vê nîne. Eger bersûc di demeke şaş de jî anîbin edliyeyê, nabe ku îfadeya wî bê girtin. Bersûc girtî ye. Lewma ji bilî dema hatiye destnîşankirin, nabe bê anîn."
Ûçar got, "Dibe ku xwestine pêşî li pirsên me yên ji bersûc bipirsin bigirin, tiştekî bi vî rengî kirine" û bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbatê.
Di vê navberê de derket holê ku kujer Bariş di îfadeya xwe de gotiye, aqlê wî ne temam e û xwestiye wî sewqî Saziya Tipa Edlî bikin.
Dadgeha Tirk jî biryar daye ku ji bo amadekirina pêşrapora di vî warî de nivîs ji Midûriyeta Şaxê Tipa Edlî ya Bakirkoyê re nivîs bê nivîsandin.
Dadgeha Tirk biryar da rewşa girtî ya kujer dewam bike û rûniştin ji bo 4'ê Cotmeha 2016'an taloq kir.
KUJER YEK JI KEYAYÊN QESRÊ YE
Kujer Abdullah Melîh Bariş yek ji keyayên Serokkomarê Tirk Erdogan e. Keyayê berê yê taxa Kûrtûlmûş a navçeya Almûs a Tokatê Melîh Bariş di malpera xwe ya facebookê de wêneyên xwe yên bi Erdogan re ku meh û nîvekê beriya cînayetê kişandibû, di 12'ê Kanûna 2015'an de weşandibû.
Ev wêne nîşan dide ku kujer tevlî civîna keyayan a Erdogan a li Qesrê bûye.