Di doza Nisêbînê de 10 sal ceza dane dayika ku mala xwe nehiştî

Di doza Nisêbînê de, mexdûrên terora dewletê têne darizandin, 10 sal ceza dane Nurşen Demîr, a dayika 5 zarokan. Sedem jî ew e ku mala xwe bernedaye.

Dewleta Tirk dema Berxwedana Xwerêveberiyê qedexeya derketina derve ragihandibû û li 4 taxên bajêr kevir li ser keviran nehiştibû, bi erdê re kiribû rast. Li gel vê jî ti peywirê dewletê nehate darizandin lê mexdûrên şer hatin darizandin.

Doza 70 kesî, ku 17 ji van zarok bûn û 26'ê Gulana 2016'an dest pê kirî didome.

Vê înê danişîna Nurşen Demîr pêk hat, ku dayika 5 zarokan e û dema qedexeyê mala xwe bernedabû.

Demîr a ku beyî ku girtî be dihate darizandin, tevlî danişînê nebû. Bi hinceta ku 'endama rêxistinê ye'', ''bi qest mirov kuştine'', ''Hewl daye ku bi qest mirovan bikuje'' û ''ziyan daye malê dewletê'', ''madeyên taloke bi xwe re hilgirtiye'' ceza jê re hate xwestin.

Parêzer Gulbîn Şahîn îdîa red kirin, got, miwekîla wê ji bo ku mala xwe bernedaye ev nabe sûc, ji ber vê xwest ku Demîr were berdan.

Şandeya dadgehê li pey dozger çû û ji bo ku Demîr dema qedexeyê li bajêr bû û îfadeya li ser hatî danîn, ku hate gotin,''xwarin çêdikir, paqijî dikir, pansûman dikir'' têrkar dît.

Bi van hincetan, bi îdîaya ku 'endama rêxistinê ye' 8 sal ceza li Demîr hate birîn, ceza piştre bi qasî nîvî hate zêdekirin û kirin 12 sal û piştre li ser 10 salan biryar hate standin.

Di Doza Nisêbînê de li gel Nurşen Demîr heta niha ceza li 36 kesên girtî hatiye birîn.