Di doza Newroz TV de wê biryar 14’ê Mijdarê bê ragihandin
Rûniştina doza têkîldarî Newroz TV li paytext Parîsê hat dîtin.
Rûniştina doza têkîldarî Newroz TV li paytext Parîsê hat dîtin.
Rûniştina doza têkîldarî Newroz TV ku 11’ê Cotmehê ji hêla Şîrketa Satalayt a Eûtelsatê hat rawestandin, li paytext Parîsê Fransayê li Dadgeha Tîcaretê hat dîtin.
Li ser navê Televîzyonê Parêzer Jean Louis Malterre axivî, wiha got; “Dewleta Tirk bi rêka RTUK’ê ji bo girtina Newroz TV destpêkê ji şîrketa Eûtelsat a li Swêdê nivîsî. Rayedarên şîrketê yên li Swêdê vê red kirin. Şîrketeke li Fransayê bi destê welatekî din nikare biryarek wisa bigre, pêwîst e di çarçoveya qanûnên Fransa de biryar bê girtin.”
Dadgeh wê biryara xwe 14’ê Mijdarê ragihîne.