Di doza komkujiya Vartînîs de biryara keşfê

Di doza komkujiya Vartînîs de biryara keşfê

Di doza Vartînîsê ya Mûşê ya de ji bo li cihê bûyerê keşf bê kirin talûqê 12’ê çileya 2015’an hate kirin.

Li çoltera bajaroka Vartînîsê ya Mûşê di 2’ê Cotmeha 1993’yan de piştî di pevçûnê de binefserek û PKK’iyekî jiyana xwe ji dest da leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyî bi ser gund de girtin, gund şewitandin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê komek leşker hatine bajarokê avahiya şaredariyê gulebaran kirine û gefa “em ê bi şev bên bajarokê bişewîtînin” kirine. Komek leşkerên ku çûne gundê Ardongê û gundî bi Alîkarî dayina PKK’ê sûcdar kirine û axûr, giha û malên kesên necerdevan in şewitandine. Leşkerên ku piştre derbasî gundê Vartînîsê bûne li vir jîg elek mal şewitandine. Di encama bûyerê de welatiyê bi navê Nasir Ogut, hevsera wî ya ducanî bi 7 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî çend salan ancax di 4’ê Îlona 2013’an de têkîldarî bûyerê doz hate vekirin. Doza ku bi hin hincetan hate talûqkirin li Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê dihat ditin, piştre jî di 4’ê kanûne 2013’an de girtin Kirikkaleyê. 4’emîn rûniştina doz êli Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hate dîtin. Malbata Ogut û parêzer tevlî dozê bûn. Malbatê li hemberî girtina dozê ya Kirikkaleyê bertek nîşan da û wekî “daxwaza girtina li ser bûyerê” nirxand.

Efserê Cendirmeyan Bulent Karaoglu yê ku wê de Fermandarê Boluka Cendirmeyan bû, Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Haskoyê Hanefî Akyildiz, Midûrê Şaxa Tîmên Taybet ê Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê Şerafettîn Uz, Serçavûş Turhan Nurdanoglu di dozê de tên darizandin. Parêzerên bersûcan kontrola edlî ya der barê bersûcan de hatiye dayîn xwestin bê rakirin. Malbat û malbatên parêzeran li hemberî gotina parêzerên bersûcan a “her roj çûna qeroqolê û îmze avêtin ji bo muwekîlên me rewşeke rûmeta wan dişikîne ye” nerazîbûn nîşan dan.

Piştî rinûştinê dadgehê biryara kontrola edlî ya 7 rojan carekî li ser daxwaza parêzerên bersûcan vegeran 15 rojan carê da. Li aliyê din dadgehê daxwaza malbatên mexdûr a li cihê bûyerê keşf bê kirin qebûl kir û birbara Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê di 14’ê Cotmeha 2014’an de keşfê bike da. Dadgehê doz jî taloqî 12’ê Çileya 2015’an kir.